Li Atînayê Meclisa Gel ya Kurd 2’mîn Kongreya xwe pêkanî
Li Atînayê Meclisa Gel ya Kurd 2’mîn Kongreya xwe pêkanî
Li Atînayê Meclisa Gel ya Kurd 2’mîn Kongreya xwe pêkanî
Li Paytexta Yewnanîstanê Atînayê 2’emîn Kongreya Meclîsa Gel a Kurd hate lidarxistin.
Meclisa Gel ya Kurdan ya li Atînayê 2'mîn Kongereya xwe duh li avahiya Zaningeha Endazyariyê ya Herêma Bolotxîno ya Atîna bi beşdariya dehan Kurdistaniyên li Atînayê dijîn hate lidarxistin. Kongre bi deqîqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Piştre Nûnerê Civaka Demokratîk a Kurd li Herêma Belqan li ser geşedanên dawî li her çar parçeyên Kurdistanê û projeya çareseriyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan axivî. Nûnerê Civaka Demokratîk a Kurd di axaftina xwe de bal kişandin ser biryara Koma Civaka Kurdistan (KCK) ya vekişîna hêzên çekdar ji derveyî sînor û di dawiyê de encamên hevdîtinên Îmraliyê ji beşdaran re şîrove kir.
Piştî axaftinan, rapora meclîsê ya sala 2012’an hate xwendin û nirxandin û nîqaş li ser hatin kirin. Di kongreyê de hilbijartin hatin lidarxistin û berpirsyarên saziyan hatin diyarkirin.
Kongre bi sloganên silavkirina Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, Hêzên Parastina Gel (HPG) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi dawî bû.