Li Atînayê Konferansa Federasyona Rojava-Bakurê Sûriyeyê

Li paytext Atînayê, Konferansa Rojava-Bakurê Sûriyeyê hate lidarxistin. Nûnerê PYD'ê Muslim li konferansê axivî û xwest, federasyon were naskirin.

Li paytexta Yewnanîstan Atînayê, rêxistina PYD'ê ya Yewnanîstanê li ser Federasyona Rojava-Bakurê Sûriyeyê konferansek lidar xist.

Konferans li salona Civata Rojnamevanên Yewnanîstanê hate lidarxistin û Nûnerê PYD'ê yê Yewnanîstanê Dr. Îbrahîm Muslim, nivîskar Gregory Zarotîadîs, Doçent Sotîrîs Roûssos, Alîkar Doçent Konstantînos Fîlîs, nivîskar Mîchalîs Charalambîdîs û Nûnerê YNK'ê Rawa Babanî weke qiseker tevlî bûn. Nûnerên partiyên Syrîza, Laîkî Enotîta û Kentro di konferansê de amade bûn. Konferans ji aliyê rojnamevan Petros Papaconstantîno ve hate birêvebirin.

MUSLIM: HETA KU KURD NEYÊN EWLEKIRIN, SÛRIYE DEMOKRATÎK NABE

Nûnerê PYD'ê Muslim li konferansê axivî û got, "Ji bo afirandina Sûriyeyeke demokratîk, rola Kurdan bingehîn e. Heta ku hebûna Kurdan neyê ewlekirin, nepêkane ku Sûriye demokratîk bibe. Di rewşa heyî de avabûna Sûriyeyeke navendî û vegera li statuya berê êdî nepêkan e. Federasyona Rojava-Bakurê Sûriyeyê ya bê ragihandin wê bibe ewlehiya Sûriyeyeke demokratîk. Lazim e Yekîtiya Ewropa û saziyên din ên navneteweyî vê sîstemê nas bikin. Ev yek ji bo ewlekariya Ewropayê jî pêwîstiyeke. Bi piştgiriya hêzên demokratîk, astengiyên Tirkiyeyê dikarin ji holê bên rakirin."

'JI BO CÎHANEKE DEMOKRATÎK DIVÊ EM DESTEKÊ BIDIN'

Qisekerên Yewnan jî dan xuyakirin, ku têkoşîna li Rojava tê meşandin yekane hêza demokratîk a li Sûriyeyê ye û bibîr xistin, ku ev hêza demokratîk dibe hedefa êrîşên DAIŞ'ê û dewleta Tirk. Qisekeran destnîşan kirin, ku ji bo cîhaneke demokratîk divê destek ji federasyonê re bê dayîn.

Nûnerê YNK'ê Babanî jî diyar kir, ew heta niha bi Kurdên li Rojava re bûn û got, "Ev gava ew davêjin dîrokî ye û em ê heta dawiyê bi wan re bin."

Konferans bi pirs û bersivan qediya.