Li Atînayê Eûtelsat hate protestokirin

Biryara rawestandina weşanên Stêrk TV, Ronahî TV û News Channel a ji aliyê Kargeha peyka Eûtelsat a Fransî ve hatiye girtin, li paytext Atîna ya Yewnanîstanê bi çalakiyekê hate protestokirin.

Girseya ku li Qada Syntagmayê kom bûn, dirûşmên li dijî Eûtelsat, Erdogan û Fransa qîr kirin.

Orhan Tekmen ê ku di çalakiyê de axivî wiha got: “Diktatoriya Erdogan çav daye her tiştê gelê Kurd û dixwaze destkeftiyên wan tine bike. Mixabin Ewopa ya ku xwe bi demokrasiyê bi nav dike serî li ber şantaj û gefên Erdogan tewandiye. Em vê yekê qet qebûl nakin. Ti kes nikare dengê gelê Kurd qût bike.

Her wiha di çalakiyê de Ûlaş Bayraktaroglû yê ku di berxwedana Reqayê de jiyana xwe ji dest dabû jî hate bîranîn.

Çalakî bi dirûşman bidawî bû.