Li Arjantînê çalakiya ‘ji Ocalan re azadî û ji Taksîmê re silav’
Li Arjantînê çalakiya ‘ji Ocalan re azadî û ji Taksîmê re silav’
Li Arjantînê çalakiya ‘ji Ocalan re azadî û ji Taksîmê re silav’
Li Arjantînê di nav de Partiya Sosyalît, Plaza Del Mayo-Dayîkên Gulanê,gelek rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî jî heyî bi armanca azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û silav dayîna Berxwedana Taksîmê meşek pêkanîn.
Li paytextê Arjantînê Buenos Airesê li ser banga komîteya piştevaniya Kurdistan-Amerîka Latîn, nûnerên rêxistinên sivîl û partiyên siyasî ên Arjantînê li ber Fakulteya Hİqûqû kombûn û bisloganên “Ji Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya aştiyane, ji berxwedana Taksîmê re silav” ber bi Sefaretxaneya Tirkiyeyê ve meşiyan.
Plaza Del Mayo-Dayîkên Qada Gulanê ên Arjantînê, Partiya Sosyalîst a Yekbûna Arjantînê (PSTU), Rêxistina Ciwana a Guavarîst, Konfederasyona Sendîkayên Karkeran, endamên Baskê Gel a Dario Santillan tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiya 20’ê Hezîranê pêkhat de, beşdarvanan sloganên “Bijî berxwedana gelê Kurdistanê, bijî berxwedana Taksîmê” qîriyan.
Dema ku çalakvan gihan Sefaretxaneya Tirkiyeyê rastî benda polîsan hatin. Piştî nîqaşekî dem kurt, polîsan destûr da li ber sefaretxaneyê daxuyaniyê bidin. Di axaftinên ku li vir hatin kirin de, daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin, her wiha da diyarkirin ku tekoşîna gelê Kurd ya ji bo Tirkiye bêguhertin û demokratîk dide pêwîste gelê Tirkiyeyê jî tevlî berxwedana Taksîmê bibe û balkişande ser girîngiya tevgerekî demokrasiya hevgirtî.
Hate destnîşan kirin ku, hikumeta AKP’ê li Rojhilata Navîn nûnertiya emperyalîzmê dike û hate daxwazkirin ku Ocalan û girtiyên siyasî bêne serbest berdan. Di çalakiyê de pêvajoya çareseriya demokratîk ya Ocalan daye destpêkirin jî hate silav kirin.
Her wiha peyama KCK’ê 5’ê Hezîranê bi sernivîsa “Berxwedana Gezî peyama Tirkiyeyekî nû ye” ku di çalakiyê de bi zimanê spanî hate xwendin, rastî eleqeyek mezin hat.