Li Antalyayê otobus wergeriya şerampolê: 13 mirî
Li Antalyayê otobus wergeriya şerampolê: 13 mirî
Li Antalyayê otobus wergeriya şerampolê: 13 mirî
Li Antalyayê di encama qezayeke trafîkê de, ku otobusa rêwiyan wergeriya 13 kesan jiyana xwe ji dest dan 28 kes jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyan, Odeya Berberan a Afyonkarahîsarê ji bo endamên xwe tûra tûrîstîk a ber bi Sîda ya navçeya Antalya Manavgatê lidar xist.
Di vê çarçoveyê de 115 endam û rêveberên odeyê, nîvê şevê bi 3 otobusan ji Afyonkarahîsarê ketin se rê.
Yek ji van sê otobusan, li herêma Karaoz Deresî ya 50 kîlometre dûrî Antalyayê, saet di 05'ê ber destê sibehê de wergeriya şerampolê.
Di bûyerê de ji 41 kesên di otobusê de, ajokar jî di nav de 13 kesan jiyana xwe ji dest dan, 28 kes jî birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneyên li Isparta, Bûrdûr û Antalyayê.
Cenazeyê 13 kesan jî rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Bûcakê.
Her du otobusên din ên rêwiyan jî, li ser vê bûyerê vegeriyan Afyonkarahîsarê.