BI DÎMEN

Li Amsterdamê terora AKP û MHP'ê

AKP û MHP'yiyên ku li paytexta Hollanda Amsterdamê xwepêşandan lidar xistin , êrîşî otubusa rêwiyan kir û teror dan meşandin. Polîsên Hollandayê 12 kes binçav kirin.

Li paytexta Hollanda Amsterdamê ji şevê din ve AKP û MHP'yiyan xwepêşandanên neqanûnî lidar dixin, li navenda bajêr rê li trafîkê girtin. AKP û MHP'yiyan otubus dan sekinandin û rêwiyên ku di otubusan de tacîz û gef li wan xwarin.

AKP û MHP'yiyên ku bi ala Tirkiyeyê daketîn qadan, di dîmenan de derket holê ku êrîşî otubusan dikin. Êrîşa ku li Amsterdamê di rojeva medya Hollandayê de jî deng veda.

Polîsên Hollanda ku mûdaxeleyî xwepêşandanê kir, 12 kes binçav kirin.

Li aliyê din li bajarê Den Haag ê Hollandayê polîsan destûr neda ku AKP û MHP'yiyên dixwestin xwepêşandanê lidar bixin.