Li Amedê li dijî çeteyê dîplomaya mele operasyona
Li Amedê li dijî çeteyê dîplomaya mele operasyona
Li Amedê li dijî çeteyê dîplomaya mele operasyona
Ji aliyê Midûriyeta Polîsan a Amedê û Rihayê operasyonên hevdem pêk hatin û 9 kesên ku bi 5 hezar lirayê dîplome û di azmûnan de joker bikaranîne û ehliyet girtine, girtin. Hate hînbûn ku serkêşê çete Suleyman Turk ku meleyê teqewîte û bi salan berê ji Balikesîrê hatiye Amedê û Kursa Ajokariyê ya Gozde vekiriyeye.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin Midûriyeta Polîsa a Amedê û ekîbên Buroya Malî ya Şaxa Têkoşîna li hemberî Sûcê organîzekirî, bi armanca ku di serî li Amedê û bajarên cuda yên Tirkiyeyê di azmûnên ehliyetê de nelêrêtî û sextekarî hatiye kirin operasyon pêk anîne. Şerkêşiya şebekeyê xwediyê Kursa Ajokariyê ya Gozde Suleyman Tirk kiriye. Hate tespîtkirin ku kesên di azmûnan de bi sernakevin û xwendin û nivîsandina wan tune, ehliye bo wan hatiye dayîn. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin ji bo van kesan li hemberî 5 hezar lîrayê dîplomaya sexte peyda kirine û kesên joker li şûna wan kirine azmûnan. Di 8’ê cotmehê de li Amed û Rihayê operasyonên hevdem pêk hatin.
Di operasyonê de bi ser mal û qursên ajokariyê de hate girtin û di operasyonan de dîplome, nasname û mohrên sexte hatin bidestxistin. 12 ks hatin binçavkirin û ji van 3 kes hatin berdan. Di nav de Suleyman Turk jî heye 9 kes hatin girtin.