Li Amedê ji bo gerîlayên PKK'ê mewlûd hat dayîn
Li Amedê ji bo gerîlayên PKK'ê mewlûd hat dayîn
Li Amedê ji bo gerîlayên PKK'ê mewlûd hat dayîn
Li Amed û Erxeniyê ji bo gerîlayên PKK'ê yên di demên cuda û deverên cuda de jiyana xwe ji dest dabûn mewlûd hat dayîn.
Li Mala Sersaxiyê ya Şaredariya Erxeniyê ji bo gerîlayên PKK'ê Tuncay Sari (Gabar Amed) ê di 1'ê Îlona 1997'an de li navçeya Dara Hênê ya Çewlikê jiyana xwe ji dest dabû û gerîlayên PKK'ê yên birayên hev Mehmet, Ahmet, Şehmus Tekdemir mewlud hat dayîn. Di mewlûdê re reveberên BDP'ê, Şaredar û endamên meclîsa şaredariyê, nûnerên MEYADER'ê û malbatên gerîlayên PKK'ê amade bûn. Li salona mewlûdê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ala PKK'ê hat vekirin. Li aliyê din ê salonê jî pankarta "Em bi Ruhê Serdema 4'emîn a Şoreşê, bi şehîdên xwe re ber bi demokrasî û azadiyê ve dimeşîn" vekirin. Mewlûdê bi rêzgirtinê dest pê kir. Di mewlûdê de sînevîzyona ji bo gerîlayên PKK'ê Tuncay Sari û birayên hev Tekdemiran hatibû amadekirin hat pêşandan. Girsê di mewlûdê de bê navber siloganên "Şehit namirin" û "Bê Serok jiyan nabe" berz kirin.
AMED
MEYADER û Malbata Unat û Korkutan, li Eyvana (jura) Davetê a Barişê ya Amedê ji bo gerîlayê PKK'ê yên bi navê Ferhat Unat (Doktor Çeko Hebûn) ê ku di sala 1998'an li Herêma Federal a Kurdistanê li Herêma Heftanînê Kelka Spî jîyana xwe ji destda bû û gerîlayê PKK'ê Îhsan Korkutan (Tofan) ê ku di sala 1993 'an de li Navçeya Pasûra Amedê li herêma Utanayê jîyana xwe ji dest dabû mewlud da. Di Eywana Davetê ya Barişê de poster û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gerîlayên PKK'ê yên jiyana xwe ji dest da bû ê Unat û Korkutan û ala KCK û PKK'ê hat daliqandin. Melayê DÎAYDER'ê mewlud xwend. Piştî xwendina mewludê deqeyekê rêz hate girtin. Piştî rêzgirtinê Rêveberê MEYADER'ê Helîl Îbrahîm Oruç û rêveberê BDP'ê yê Bajarê Amedê Alî Erdemîrcî axavîn. Piştî axaftinê sinevîzyona ku jiyana gerîlayên PKK'ê Unat û Korkutan vedigot hat pêşkeşkirin. Piştî sînevîzynonê li ser navê malbata Unat û Korkutan Necip Unat ji bo kesên ku tevlî mewludê buye spasîye xwe anî ziman. Unat, balkişand ser yekitîya gelê kurd. Mewlud bi xwendina duayan bi dawî bû.