Li Amedê Festîvala Fîlmên Karkeran dest pê kir

Li Amedê Festîvala Fîlmên Karkeran dest pê kir

3. Festîvala Fîlmên Karkeran, li Amedê bi meş û konserê destpê kir.

Meşa festîvalê li Deriyê Rihayê destpê kir û li Qada Jiyana Hevpar a li Sumerparkê bi dawî bû. Di tevahiya meşê de Koma Erbanê ya ser bi Navenda Çanda Dîcle-Firatê, li defê xistin.

Li dû meşa festîvalê, li Şanoya Anfî ya li Sumerparkê konserek hat dayîn. Koma „Kaldırım Muzik Toplulugu“ bi zimanên Kurdî, Tirkî, Erebî, Ermenî, Gurcî stran gotin û kêliyên bi coş bi beşdaran re parve kirin.

Piştre kurte-fîlmê Xelîl Aygun ê bi navê „Dom“, ku qala jiyana Romanên li Nisêbînê dike, hat nîşandan. Şev bi stranên Hakan Vreskala bi dawî bû.

Festîval wê heta 9’ê Gulanê bi çalakiyên cihêreng dewam bike.