Li Amed û Êlihê aqûbeta wendahiyan hat pirsîn

Li Amed û Êlihê aqûbeta wendahiyan hat pirsîn

Li Amed û Êlihê endamên ÎHD'ê û xizmên kesên hatine windakirin bi slogana "Bila Winda Bên Dîtin, Kiryar Bên Darizandin" hatin cem hev û cardin aqubeta xizmên xwe ên hatine windakirin pirs kirin. 

Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û xizmên windayan ku her hefteyê bi slogana "Bila Winda Bên Dîtin, Kiryar Bên Darizandin' tên ba hev, di hefteya 221'emîn de cardin li ber peykerê Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyoluyê hatin ba hev. Parlamentera BDP'ê Nursel Aydogan, endamên ÎHD'ê, nûnerên MEYADER û TUM-BEL-SEN'ê jî tevli çalakiyê bûn. 

Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Racî Bîlîcî, li vir axaftinek kir û da zanîn ku pêvajoya nû gelek hessas e û wiha axivî: "Eger ji bo perwerdehiyê be jî em naxwazin êdî li vê heremê dengê balafirên şer bibîhîzin. Bi lez divê operasyon bên rawestandin." Bilicî her wiha xwest cerdawanî bê rakirin û siyasetmedarên kurd ên di çarçoveya operasyonên KCK'ê' de hatine girtin jî bên berdan. 

Piştî Bilicî, endama ÎHD'ê Gamze Yalçin aqubeta Haldun Unverê ku tê îdîakirin di sala 1996'an li Deriyê Sinor ê Xabûrê hatiye binçavkirin û windakirin pirsî. 

Piştî axaftinan çalakiya rûniştinê ya 5 deqeyan hat lidarxistin. 

ÊLIH 

Weke her hefteyê li Êlihê, rêveberên ÎHD'ê û xizmên windayan çalakiya "Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin" li Kolana Gulîstanê berdewam kirin.

Di çalekiyê de pankarta “Bila winda bên dîtin faîlên wan bên darizandin” hat vekirin û wêneyê kesên wenda hatin hilgirtin. 

Di çalekiyê de malbat û xizmên windayan, rêveber û endamên ÎHD'ê, rêveberên BDP, KURDÎ-DER, MEYA-DER, KESK, Însiyatîfa Dayikên Aşîtiyê û gelek kes amade bûn. Axaftina ewil Serokê ÎHD’ê ya Şaxa Êlihê Osman Kunteş kir. Kunteş, diyar kir ku ew ji bo kesên di salên 1990’î de kesên hatin windakirin û ji bo aqûbeta wan û failên wan bên derxistin li qadan in. 

Kunteş, anî ziman ku heta pirsgirêka windahiyan çareser nebe û faîlên wan dernekevin holê dê aşîtiyek bi rûmet û mayînde neyê heremê û Tirkiyê.