Almanya li ser ciwanên Kurd ên ku li bi awayeke xemsar nêzî pirsgirêkên li welatê xwe nabin, sixûrtiyê ferz dike. Pêşniyara duwemîn a ku ji ciwanên Kurd ên ku sîxûrtiyê red dikin re tê ew e ku dest ji çalakî û saziyên Kurdan berdin. Piştî ku ev yek jî bi kêr neyê dest bi binçavkirin, zext û gefên destûra rûniştinê nedanê dikin.
Rojnameya Yenî Ozgur Polîtîka vê nûçeya derbar ê ciwanên Kurd ên li bajarên Frankfurt, Darmstadt, Gula û Hanauyê li rastî polîsên Alman tên, di hejmara xwe ya îro de kir manşet. Ciwanên Kurd ên ku li rastî zextên ferzkirina sîxûrtiyê, gef û destûrnedana ji bo rûniştinê tên ji rojnameyê re diaxivin.
Ciwanên Kurd bi boneya balê bikişînin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û greva birçîbûnê ya ku ji aliyê girtiyên Kurd ve hatibû destpêkirin, roja 5’ê cotmehê, li Frankfurtê avahiya Reutersê dagir kirin. S.U. yê ku xwest ji bo çapemeniya Kurd wêneyên çalakiyê bikişîne, li rastî zextên polîsan hat. Polîsan dîmenên karta bîrê ya wênekêşa wî desteser kirin. Polîsan jêre got: “Hewce nake tu bê, em ê tiştên te li ber kona Kurdan bidin”. Ev konê ku polîs behsa wê dikin li bajêr ji bo greva birçîbûnê û kampanyaya îmzeyan hatibû vekirin. Piştre S.U. bi ber kon li benda polîsan ma. Lê daxwazek biçûk a polîsan ji S.U. hebû: “Em dixwazin tu bibî şahidê hin bûyeran. Ger tu neyê jî jixwe dê dozger bangî te bikin.”
POLÎSÊ BAŞ Û XIRAB
S.U. digot qey êdî karê polîsan bi wî nemaye. Piştî çend rojan diçû bajarê Darmstadtê û li rawestgeha otobusê bû. Du kes nêzî wî bûn. Nasnameyên xwe nîşan danû gotin: “Em ji Rêxistina Parastina Makeqanûnê ne, em dixwazin derbarê çalakiyên Kurdan de bi we re biaxivin.”
Piştre S.U. ji wan re dibêje ew naxwaze biaxive û mafê wan tune ye ku wî li vê kolanê nerehet bikin. Piştre tona dengê xwe hinek nermtir kirin û got: “Lê hûn nizanin em ê li ser çi biaxivin, pêşî guhdarî me bike. Agahiyên we li ser Ulkucu (nijadperestên Tirk) û Kurdan hene. Em dixwazin feydeyê ji wan agahiyan bigirin.” S.U. ji wan re dibêje: “Hûn endamên îstîxbaratê ne. Ji ber wê jî hûn baştir Kurdan nas dikin. Ger ewqas sazî û komeleyên Kurdan hene hûn çima dixwazin bi min re biaxivin û bixebitin. Polîsên Frankfurtê ji bo vê yekê bang lê ez neçûm. Helwesta min a li hemberî we her tim dê wiha be. Divê hûn bizanin.”
Piştre wan kesan rêbaza xwe guhert û ji S.U. re gotin “Kerem bikin em bi hev re qehweyekê vexwin” lê S.U. ev jî red kir û got: “Ez we nas nakim, naxwazim we biînim jî. Ez dikarim careke din nasnameya we û kartîvîztên we bibînim?”
Her du kesan nasnameyên xwe nîşan dan, lê îdîa kirin ku kartên wan tune ne û jimareyên xwe yên telefonê li ser kaxezekê nivîsandin.
Z.A. ya/ê 19 salî her tim tevlî çalakiyên Kurdan ên li Almanyayê û bi taybet jî bi awayeke çalak tevlî kampanyaya “Bila Nasnameya Kurdan bê Nasîn” dibe. Ji bo dema xwe ya rûniştinê li Almanyayê dirêj bike, meha tîrmehê çû Daîreya Biyaniyan. Memûrên li wir diyar kirin ku belgeyên ewraqên te kêm divê rojek din bê. Roja ku ji aliyê daîreyê ve hatibû diyarkirin Z.A. dîsa çû. Memûrên li wir diyar kirin ku kesek dixwaze wê/wî bibîne. Ji Z.A re dibêjin: “Em dizanin tu diçî komeleyê û bi awayeke çalak dixebitî. Mînak tu tevlî mitînga sala par a liBerlînê bûy û ji aliyê polîsan ve hatî binçavkirin, hûn çima tevlî çalakiyan dibin?”
Z.A. piştrast kir ku ew tevlî kampanyaya “Bila Nasnameya Kurdan”bê nasîn bûye. Ji Z.A re dibêjin ku aşkere bike ka kesên rûyê wan girtîbûn li Berlînê tevlî meşê bûne kî ne û dibêjin: “Ger tu bêjî em ê pere bidin te.” Piştî ku Z.A. van daxwazên polîsan qebûl nekir, polîsan ew tehdît kir. Piştre polîsan xwest hev du li der ve bibînin. Piştî Z.A. daxwazên wan red dike, ji meha tîrmehê ve destûra rûniştinê nadin wê/wî û li gel vê jî gelek doz lê hatin vekirin.
TEHDÎT Û KRÎMÎNALÎZEKIRIN
B.Y ya/ê 20 salî ku di çalakiya protestokirina 15’ê Sibatê de hat binçavkirin jî bi polîtîkaya biçûkxistin û krîmînalîzekirinê re rû bi rû ye.
B.Y diyar kir ku polîs ew nîşanî hevalên wî daye û gotiye ku ev ‘terorîst e’ bi vî re negerin. B. Y wiha got: “Ji polîsên Krîmînal du caran name ji min re hat. Qaşo li Brukselê di protestoyên 15’ê sibatê de bûyer qewimîne û dozgeriyê em weke ‘şahid’ nîşan dane. Lê wê rojê em di binçavan de bûn. Ji bo ku me têk bibin me dişopînin. Dema ez diçûm şahiyekê li ber deriyê male me min du kes di wesayîtê de dîtin. Dema ez çûm cihê şahiyê ev kes li wir bûn jî. Dîsa pitşî meşa ciwanan a Frankfurtê em çûn xwaringehê û bi ser wir de girtin. Ez û hevalên min yên li gel min em birin bodruma xwaringehê. Piştî kontrola nasnameyan ez bi hevalekî xwe re girtim binçavan. Hewl dan me bitirsînin. Piştre weke ku tiştek nebûye em berdan. Ev du sale em rastî van pêkûtiyan tên. Sedema zextan diyar e: Dixwazin min ji saziyên me dûr bixe. Lê ez serî natewînim. Ligel hemû bêhiqûqî û biçûkxistinan ez dê heta dawiyê li ber xwe bidim.”
TEKLÎFA EWIL DI 15 SALÎ DE
H.C ya/ê 17 salî jî pêşniyara sixûrtiya polîs di 15 saliya xwe de nas kiriye. H.C wiha dibêje: “Ez nû dihatim komeleyê. Ez tevlî bernameyekê bibûm. Polîs hat cem min û xwest bi min re biaxive. Karvîzîtek da min. Min jî qert hema li wir şkest û avêt çopê.
Dîsa sala borî di meşa Berlînê de bi hinceta min ku pêhin li polîs daye doz li min hat vekirin û 50 saet cezayê karê ku dewlet dide min divê bê kirin li min hat birîn. Li ser ciwanên kurd lîstik tê lîstin. Hewl didin ciwanên kurd krîmînalîze bikin. Lê divê ciwanên kurd ji azadî û nasnaye xwe dest bernede.”
Ciwanekê/î din yên kurd M.S jî piştî meşa li Berlînê rastî 200 Euro ceza hatiye. Lê ligel hemû zextan M.S paşve gav neavêtiye. M. S diyar dike ku ne tenê ew malbata wî jî rastî zextan tê û wiha got: “Sala borî birayê min tevli mîtînga Ji Ocalan re Azadî ya li Frankfurtê bû. Birayê min ji ber ku dirûşmeya Bijî Serok Apo qêriya rastî êrîşa polîsa hat. Hat binçavkirin. Ji birayê min re dibêjin tevli çalakiyên wisa nebe, tenê di vê malbatê de tu paqij maye. Piştre di çalakiyeke din de ji birayê min re dibêjin ‘ka me ji te re çi gotibû, tu yê êdî tevli çalakiyan nebûya’. Polîs hewl dide ku birayê min ji ber çavê ciwanan bixîne û ciwan weke ajantiyê li birayê min binêrin. Ez, birayê min û malbata min em dê heta dawiyê têbikoşin.
A.B ya/ê 20 salî jî ciwanek ku daxwaza penahiyê (îltîca) kiriye. Tevlî mîtîn û meşên li Frankfurtê dibe. Polîs 3 meh berê diçin kampa penahiyan û li vir qerta dihêlin. A. B diyar dike ku ew ketiye gumanê û ji hevalên xwe re gotiye polîsan qertek ji mi re hiştiye. Lê ji hevalên wî re jî hiştine. Encam ku gihiştinê ev ku: kesên qertê bişopînin dê bikevin kemînê.
A.A yê 23 salî jî ku tevli hemû şahiyan dibe diyar dike ku di hemû bernameyan de wêneyên wî t ê kişandin û da zanîn ku ev yek wî nerehet dike.
Ciwana/ê bi navê S.M. ya/ê 20 salî ye jî diyar kir ku ew jî li Frankfurtê tevlî merasima ji bo 34 gerîlayên HPG’ê yên li Çelê bi keên kîmyewî hatin qetirlkirin, hate lidarxistin bû. S.M. bal kişand ser zextên polîsên Alman û diyar kir ku ji bo wî bixin kemînê gelek hewl dane. S.M tiştên ku hatine serê wî vegot û herî dawî got: “Niha jî ez hîs dikim ku tê şopandin. Dixwazin min bixin kemînê. Ji bo li hemberî min bi kar bînin li kêmasiyek min digerin.
Lê ez tu carî tawizê nadim. Ez ê bi berdewam tevlî hemû çalakiyên Kurdan bibim.”