Li Afganîstanê li dijî rayedarên payebilind yê komîsyona hilbijartinê suîkast

Li Afganîstanê li dijî rayedarên payebilind yê komîsyona hilbijartinê suîkast

Li Bakûrê Afganîstanê li hemberî berpirsyarekî komîsyona hilbijartinê yê paye bilind suîkast pêk hat û jiyana xwe ji dest da.

Serokê komîsyona Hilbijartinê ya Serbixwe ya Eyaleta Kunduz, Amanullah Aman,  dema ji mala xwe derdiket ji aliyê du kesên çekdar ve hate kuştin. Berdevkê hikûmeta herêmî Enayatullah Halîd, ji AFP’ê re axivî û got: “Du kesan wesayîta wî gulebaran kirin. Dema birin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.”

Tê payîn ku sala pêş hilbijartinên serokomarê di 5’ê Nîsanê de pêk were û bi vê êrîşa li dijî reyedarê payebilind dê şîdet zêde bibe.

Serokdewletê heyî Hamîd Karzayî, li gorî makeqanûnê dê cara  sêyemîn nebe serokwezîr. Tê payîn ku hêza NATO heta sala 2014’an vekişe. Ji bo hilbijartinan di 16’ê îlonê de dest bi jimartina rojan hat kirin. Heta dawiya meha cotmehê dê serlêdanên ji bo serokweziritiyê pêk were.

Di nava namzetên bi hêz de bi taybet raqîbê Karzaî yê sala 2009’an Abdullah Abdullah, axayekê şer yê berê Abdul Resul Seyyaf û wezîrê karê derve Zalmay Resul cih digire.