Li Afganîstanê 7 leşkerên Emerîkî û leşkereki Elman mirin
Li Afganîstanê 7 leşkerên Emerîkî û leşkereki Elman mirin
Li Afganîstanê 7 leşkerên Emerîkî û leşkereki Elman mirin
Li Afganîstanê, doh di sê êrişên cûda de 7 leşkerên Emerîkî û leşkerekî Elman hatin kuştin.
NATO'yê da xuyakirin, ku di êrişeke bombeyî ya li başûrê Kandaharê de, doh pênc leşkerên wan hatine kuştin.
Hat ragihandin, ku li rojavayê Farah'ê jî 2 leşkerên Emerîkî ji aliyê Talîbanê ve hatin kuştin.
Wekî din li bakurê Afganîstanê, di şerekî navbera serhildêr û hêzên NATO de leşkerekî Elman hat kuştin.
Hat ragihandin, ku leşkerên taybet ên Elman doh piştî nîvro gava li dewriyê digeriyan li bakurê Baghlanê şer derketiye.
Li gorî agahiyên hatin bi dest xistin, leşkerekî Elman hat kuştin û yek jî birîndar bû.