Li Adigeyê greva birçîbûnê dest pê kir

Ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Kurdistaniyên li Komara Xweser a Adigeyê dest bi greva birçîbûnê kirin.

Kurdistaniyên li Komara Xweser a Adigeyê ya Federasyona Rûsyayê, li dijî tecrîdkirina Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya ji bo hefteyekê kirin.

Greva birçîbûnê ji aliyê otonomiya Çanda Kurd a Adigeyê û Organîzasyona Jinên Kurd a Adigeyê ve tê organîzekirin û 15 kes tevlî dibin.

Hevserokên Otonomiya Çanda Kurd a Adigeyê Tahîr Ahmet û Sînem Broyeva diyar kirin ku ji bo dawîanîna li tecrîdkirina Ocalan wan dest bi greva birçîbûnê kirine û di şexsê Hevseroka KCD'ê Leyla Guven de çalakgerên greva birçîbûnê yên li zindanan silav kirin.