Li Şaredariya Tetwanê tabeleya Kurdî dîsa hat danîn

Tabeleya Kurdî ya Şaredariya Tetwanê ya ku AKP’ê bi polîtîkaya qeyûm jê kiribû, piştî DEM Partî di hilbijartinan de bi ser ket car din hate danîn.

Sepana şaredariya pirzimanî ku bûbû hedefa qeyûm û AKP’iyan, piştî şaredarî ketin destê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) dîsa kete meriyetê. Li malperên înternetê yên şaredariyên bajarên mezin ên Wan, Amed û Mêrdînê zimanê kurdî jî hate zêdekirin. Li tabeleya di ketina Şaredariya Tetwan a Bedlîsê ya DEM Partiyê de zimanê kurdî jî hate zêdekirin. Mehmet Emîn Geylanî yê AKP’î zimanê kurdî ji tabelayê biribû lê DEM Partiyê dîsa lê zêde kir.

Koma DEM Partiyê ya Şaredariya Tetwanê ji bo tabelaya “Şaredariya Tetwanê” ku di sala 2019’an ji hêla şaredarê AKP’î Mehmet Emîn Geylanî ve hatibû rakirin dîsa bê danîn, pêşnûme pêşkeş kir. Di dengdanê de ji ewil endamên AKP'î li dij derketin. Lê belê piştre pêşnûme bi piraniya dengan hate qebûlkirin. Piştî biryarê, di ketina avahiya şaredariyê de tabelaya “Şaredariya Tetwanê” ya bi kurdî û tirkî hate bicihkirin.