Li Îzmîrê xizmên windayan ji bo Ahmet Şahîn hatin ba hev
Li Îzmîrê xizmên windayan û ÎHD ji bo Ahmet Şahîn hatin ba hev. Şahîn di sala 1993’an de li Licêya Amedê ji aliyê dewletê ve hatibû windakirin.
Li Îzmîrê xizmên windayan û ÎHD ji bo Ahmet Şahîn hatin ba hev. Şahîn di sala 1993’an de li Licêya Amedê ji aliyê dewletê ve hatibû windakirin.
Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê û Xizmên Windayan çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” û “Bila girtiyên nexweş bên berdan” di hefteya 426’emîn de li dar xist. Çalakî li ber ravahiya Serokwezîriyê ya li Konaka Îzmîrê pêk hat. Rêveberên HDP’ê û nûnerên saziyên civakî yên sivîl jî destek dan çalakiyê. Çalakvanan pankarta “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” û “Ji yek tîpê re na” vekirin. Rêveberê Şaxa ÎHD’ê Caner Canli daxuyanî da.
Canli erêkirina cezayê 7 sal û nîv a Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn şermezar kir û got ku bi hinceta ku Keskîn Gerînendetiya Weşana Giştî ya Ozgur Gundemê kiriye ev ceza lê hatiye birîn.
Canli de dewama axaftina xwe de li aqûbeta Ahmet Şahîn ê di 18’ê Adara 1993’an de li navçeya Licê ya Amedê bi binçavkirinê hat windakirin pirsî û got ku “25 sal in parêzvanê mafê mirovan û malbata wî li zelalkirina aqûbeta wî dipirsin.” Canli got ku ew ê lêgerîna xwe ya ji bo windayan dewam bikin.