Li Îzmîrê terora polîsan: 2 jê rojnameger 12 kes hatin destgîrkirin

Polîsên Tirk li Îzmîrê girte ser malan, 2 jê rojnameger 12 kes destgîr kir.

Di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê de polîsan girtin ser gelek malan.

Li Îzmîr û Stenbolê nûçegîhana Ajansa Mezopotamyayê Rûken Demîr û nûçegîhana Jinnewsê Melîke Aydin jî di nav de 12 kes hatin destgîrkirin. Hate ragihandin rêveberên TÛHAD-FED’ê jî hatine destgîrkirin.

Li gorî Ajansa Mezopotamyayê ev kes hatine destgîrkirin: “Rûken Demîr, Melîke Aydin, Selma Altan, Hedîye Tekîn, Mehmet Gergîn, Şehmûs Daghan, Mûrat Tûfan, Saît Bahadir, Ramazan Tûfan, Îsmaîl Akbay, Hayrî Dîkîlîtas û Mazlûm Koç.”