Li Îzmîrê 12 endamên HDP’ê hatin destgîrkirin

Li Îzmîrê di operasyonên qirkirina siyasî de 12 endamên HDP’ê hatin destgîrkirin.

Di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê de li Îzmîr, Eskîşehîr, Konya û Mêrdînê biryara destgîrkirina rêveberên HDP’ê hate dayîn. Hevserokê Navçeya Konakê ya HDP’ê Hayat Îzgî, rêveberên HDP’ê Ramazan Efendîogûllari û Mûstafa Koyûncû jî di nav de 12 kes hatin destgîrkirin.

Hate diyarkirin ku Hayat Îzgî, Ramazan Efendîogûllari, Mûstafa Koyûncû, Yahya Kezer, Kemal Aslan, Nezîr Aras, Hamît Sari, Gulseven Tûrgal, Salîh Huldur, Sûltan Demîroglû, Yaşar Sizici û Memet Degîrmen hatine destgîrkirin.