Li Îzmîr û Stenbolê serdegirtinên têkildarî 1'ê Gulanê
Li Îzmîr û Stenbolê beriya 1'ê Gulanê Cejna Karkeran di serdegirtina malan de gelek kes hatin binçavkirin.
Li Îzmîr û Stenbolê beriya 1'ê Gulanê Cejna Karkeran di serdegirtina malan de gelek kes hatin binçavkirin.
Li Îzmîrê serê sibehê polîsan avêtin ser gelek malan. Hevserokê Şaxê Hejmara 5'an a Îzmîrê ya Sendîkaya Kedkarên Zanistî û Perwerdeyê (Egîtîm-Sen) Savaş Candemîr û hevsera wî Gulsen Candemîr, xwendekarên zanîngehê, sendîkavan, endamên Partiya Kedê, Partiya Çep, Partiya Karker a Tirkiyeyê (TÎP) û Partîzan jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin. Hate ragihandin ku ev kes bi hinceta 'propagandaya rêxistinê' hatine binçavkirin.
Li Stenbolê jî endamên Komîteya Amadekar a Taksîmê ya 1'ê Gulana 2025'an ku bi civîna çapemeniyê banga tevlîbûnê kir, hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr a li Fatîhê. Serkoê Sendîkaya Kedkar û Barhilgirên Bejahî (Kataş-Sen) Şahîn Başaraner û Sekreterê Rêxistinkirinê yê Sendîkaya Karkerên Înşaetê (Înşaat-Îş) Yûnûs Ozgur jî di nava binçavkiriyan de ne.