Li Îranê hejmara miriyan gelekî zêde ye

Li gorî Neteweyên Yekbûyî di raperîna gel de ya li Îranê bi dehan kes hatin qetilkirin. Rêxistina Efûyê jî ragihand ku bi tundiya li dijî xwepêşandanên aştiyane bi sedan kes dibe ku hatibin kuştin.

Li Îranê raperîna gel a ku li dijî zêdekirina buhayê benzînê înê dest pê kir û piştre li tevahiya eyaletên Îranê belav bû, li Rojhilatê Kurdistanê jî deng veda. Lİ gorî hin çavkaniyan di êrişên rejîmê de bi dehan kes, li gorî hin kesan jî bi sedan kesî jiyana xwe ji dest dan.

Di daxuyaniya Neteweyên Yekbûyî de hate ragihandin ku ew bi fikar in ku di raperînê de heta niha bi dehan kesî jiyana xwe ji dest dabin. Berdevkê Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî Rûpert Colvîlle got ew ji ber bûyerên diqewimin di rewşeke 'alarm'ê de ne.

Colvîlle anî ziman ku li dijî xwepêşandêran fîşekên rastî tên bikaranîn û got, "Dibe ku bi dehan kes hatibin kuştin." Colvîlle ragihand ku hêzên rejîmê zêdeyî hezar kes girtine û bang li rêveberiya Îranê û hêzên ewlekariyê kir ku hêza giran bi kar neynin. Colvîlle ji xwepêşandêran jî xwest ku xwepêşandanên xwe bi rengekî 'aştiyane' bikin.

RÊXISTINA EFÛYÊ: DI NAVBERA 100 Û 200 KESÎ DE HATINE KUŞTIN

Li gorî Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî jî di êrişên dijî daxwazên mafdar ên gel de gelek kesan jiyana xwe ji dest dan. Li gorî Rêxistina Efûyê di navbera 100 û 200 kesî de ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine kuştin. Hate destnîşankirin ku xwepêşandêr bi rengekî aştiyane çalakiyan dikin.

Di daxuyaniya Rêxistina Efûyê de hate ragihandin ku li gorî agahiyên wan ji çavkaniyên pê bawer in wergirtine herî kêm 106 kesan jiyana xwe ji dest dane. Hate gotin ku ev hejmar tenê li gorî agahiyên ji 21 bajaran hatiye amadekirin.

LI GORÎ REJÎMÊ PIRANIYA KESÊN MIRIN HÊZÊN EWLEKARIYÊ NE

Di nûçeyên medya Îranê de ku agahiyên xwe dispêrin çavkaniyên fermî di nava 4 rojên derbasbûyî yên raperîna gel de tenê 5 kesan jiyana xwe ji dest dan. Hate îdîakirin ku 3 ji kesên jiyana xwe ji dest dan jî wezîfedarên ewlekariyê ne.

Her wiha ji bo gelek qadên paytext Tehranê hejmareke zêde hêzen ewlekariyê hatin veguhastin. Li Tehranê rojên dawî xwepêşandan zêde bûn.