Li Îranê bi mezinahiya 5.2 pileyî erd hejiya

Li Eyaleta Razavî Xorasanê ya li bakur rojhilatê Îranê, bi mezinahiya 5.2 pileyî erd hejiya.

Di daxuyaniya Saziya Sîsmolojiyê ya Îranê de hate ragihandin ku erdhej li nêzî bajarê Guşanê saet di 08:32'an de bi 6 kîlometreyî li binê erdê rû da.

Di serî de paytexta eyaletê Meşed, gelek herêm hejiyan. Li ser encamên erdhejê heta niha daxuyaniyek nehatiye dayin.

Îran li ser rehên sîsmîk e û rojane herî kêm carekê erd diheje.

Mijdara 2017'an li wîlayeta Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê ji ber erdheja bi 7.3 pileyî 620 kesan jiyana xwe ji dest da bûn.

Sala 2003'an li eyaleta Kermanê ya li başûr rojhilatê welêt bi mezinahiya 6.6 erd hejiya bû, bi vê erdhejê re bajarê kevnare Bam ser û bin bûbû û herî kêm 31 hezar kesî jiyana xwe ji dest da bûn.

Erdheja herî giran a 30 salên dawî di sala 1990'î de li bakurê welêt qewimî. Ji ber erdheja bi 7.4 pileyî 40 hezar kesî jiyana xwe ji dest da bûn, nîv milyon mirov bêmal ma bûn.