Li Êlihê polîsan êrîşî avahiya DEM Partiyê kir
Polîsên Tirk êrîşî avahiya rêxistina Êlihê ya DEM Partiyê kirin.
Polîsên Tirk êrîşî avahiya rêxistina Êlihê ya DEM Partiyê kirin.
Polîsên Tirk bi ser avahiya Rêxistina Êlihê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de girtin.
Avahiya partiyê hate dorpêçkirin û li avahiyê lêgerîn hate kirin. Hinceta serdegirtinê nehat zanîn.
Di rojên dawî de derdorên desthilatdariya Tirk û medyaya wê, bi rengekî sîstematîk DEM Partiyê hedef digire û ev serdegirtin di demeke wiha de pêk hat.