Li 8 bajaran ji bo ewlehî û tenduristiya Ocalan çalakî

Kurdistaniyên li bajarên Ewropa dijîn ji bo ewlehî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyên xwe dewam dikin.

SAARBRUCKEN

Li bajarê Saacbrucken ê Elmanyayê bi sedan kes ji bo ewlehî û tenduristiya Ocalan çalakiyek lidar xistin.

Kurd û dostên wan ên li pêşiya Eûropa Galerî ya li Saarbrûckenê kom bûn heta St. Johann Markt meşiyan. Di meşê de dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “ Dagirker ji Kurdistanê derkevin” û “Bê Serok jiyan nabe” qîr kirin. Her wiha belavokên ku balê dikişîn ser tecrîda girankirî ya li dijî Ocalan jî hatin belavkirin.

Di çalakiyê de Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Saarbrucken Oruç Apar axivî û diyar kir ku têkildarî tenduristiya Ocalan fikarên gel hene û ji bo ev fikar bên derbas kirin divê bi lezgîn saziya CPT’ê bikeve nava tevgerê.

Li ser navê PYD ya Saarlandê jî Bavê Zerdeş axivî û Ocalan ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo gelên Rojhilata Navîn jî weke Rêberekê ye.

HAMBÛRG

Li Hambûrgê ji bo ewlehî û tenduristiya Ocalan meşek hate lidarxistin. Meş ji Sternschanze heta pêşiya Sefaretxaneya Tirk dewam kir.

Di axaftinên bi sedan kes beşdarî çalakiyê bûn de hate diyarkirin ku divê bi lezgîn heyete biçe Îmralî. Her wiha helwestê dewleta Elman ya têkildarî mijarê jî hate rexnekirin.

FREÎBÛRG

Li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê jî li ser banga Meclîsa Jinan a Nûda û Navenda Civaka Kurd a Demokratîk Kurdistanî û dostên wan ji bo Ocalan li qadan bûn.

Girseya kul i pêşiya Şaredariya Freîbûrgê kom bûn û bi hildana posterên Ocalan dest bi meşê kirin. Di meşê de dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” hatin qîrkirin. Di meşê de bi sedan belavokên têkildarî çalakiyê hatin belavkirin.

Piştre jî mîtîngek hate lidarxistin. Di axaftinên hatin kirin de hate diyarkirin ku ewlehî û tenduristiya Ocalan ne tenê ji bo gelê Kurd her wiha ji bo gelên Rojhilata Navîn jî xwedî girîngî û wate ye.

BRENGENZ

Li bajarê Brengenz ê Avûstûryayê ji bo ewlehî û tenduristiya Ocalan meşek hate lidarxistin. Meşa ku ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Gotzîsê ve hate ogranîzekirin li Park Platzê destpê kir. Bi qîrkirina dirûşmên bi zimanê Elmanî û Tiurkî girseya ku heta Mark Platzê meşiyan, di tevahî rê de belavok belavkirin.

INNSBÛRCK

Li bajarê Innsbûrck jî çalakiya kon a 3 rojan a ji bo ewlehî û tenduristiya Ocalan û şûnde îro meşek hate lidarxistin. Meşa ku ji pêşiya peykerê Annasaûle destpê kir li ser Bahnhofê dîsa hatin pêşiya Annasaûleyê. Di tevahî meşê de dirûşmên “Qatil Erdogan”, “Bijî Serok Apo” û “Terorîst Tirkiye” hatin qîrkirin.

MELBOÛRNE

Kurdisaniyên li bajarê Melboûrne yê Avûstûryayê, ji bo ewlehî û tenduristiya Ocalan çalakiyek lidar xistin. Li ser banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Vîctorîayê li pêşiya pirtûkxaneya li eyaleta navenda bajêr Kurdistanî kom bûn.

Di çalakiya têde dirûşmên “Ji Ocalan re azadî” û “Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok” de li ser navê NAV-KURD’ê axaftin hatin kirin hate diyarkirin ku heta agahiyekê ji Ocalan bigirin wê çalakiyên xwe bidomînin.

DAN HAAG

Gel li Qada Malîveldî bi posterên Rêberê Gelê Kurd û pankartên daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurda Abdullah Ocalan dike, saet 14:30’an kom bûn û heta qada pêşiya avahiya Dîwana Edaletê meşiyan.

Di çalakiyê de dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe”, “Terorîst Erdogan”, “Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok” û “Ji Ocalan re azadî” hate qîrkirin û belavokên têkildarî rewş û ewlehiya Ocalan hatin belavkirin.

Piştî ku gel gihiştin qadê daxuyaniyek li ser navê DEM-NED, rêveberiya TJK-E, hevserokên HDK-E bi zimanê Hollandî, Kurdî û Tirkî hate dayîn. Di axaftinan de bal kişandin ser rewşa tenduristî ewlehiya Ocalan, diyarkirin ku heta agahiyekê bigirin wê çalakiyên xwe bidomîn. Her wiha hate gotin divê bi lezgîn heyetek biçe Îmralî û agahiyekê parve bike.

Mîtîng li ser bi banga tevlîbûna ji bo çalakiya li bajarê Strasboûrg ê Frasnayê ku saet 16:00’an bê lidarxistin ve bi dawî bûn.

ATÎNA

Li paytext Atîna ya Yûnanîstanê ji bo ewlehî û tenduristiya Ocalan çalakiyek hate lidarxistin.

Kurdistaniyên li kampên Lavrîon û Nerakî yê meşek lidar xistin. Girseya li qada Irgates a Lavrîonê kom bûn dest bi meşê kirin.

Ednan Qers ê li vir axivî wiha got: “Serkeftina li Reqayê li ser bingehê felsefeya Rêber Apo pêk hatiye. Carekî din hate nîşandan ku rizgarkirina Reqa a bi raman û felsefeya Ocalan, ji bo gelê herêmê û Rojhilata Navîn çiqas girîng e. Divê her kes rabe serhildanê.

ROMA

Di çalakiya li dijî nîjatperestiyê ya li paytext Roma ya Îtalyayê de posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate hildan.

Di çalakiya têde dirûşam “ Ji Ocalan re azadî” hate qîrkirin de, gelek Kurdistanî tevlî bibûn.