Li 7 bajaran banga tevlîbûna 1'ê Gulanê hate kirin
Li 7 bajaran banga tevlîbûna 1'ê Gulanê hate kirin
Li 7 bajaran banga tevlîbûna 1'ê Gulanê hate kirin
Li Amed, Wan, Colemêrg, Qers, Sêrt, Êlihê û Mêrsînê bi minasebeta 1'ê Gulanê Roja Cejna Karkerên Cîhanê banga tevlîbûna mîtîngan kirin.
Şaxên Girêdayî Platformên KESK'ê yên Wan, Colemêrg, Qers, Sêrt û Êlihê, li Amedê jî DÎSK’û li Mêrsînê jî rêxistina BDP’ê bi minasebeta 1'ê Gulanê Roja Cejna Karkeran banga tevlêbûna mîtîngan kirin û xwestin bi ruh û coşek mezin û Ruhê Newrozê tev li mitîngan bibin.
WAN
Li ser navê Platforma KESK'ê ya Wanê Serokê Şaxa Tüm Bel Sen'ê Nizamettin Baglan daxuyanî da û xwest di 1'ê Gulanê Roja çarşemê saet di 12.00'an de her kes li Qada Garaja mîtîngê pêk bînîn û xwest her kes tev li mîtîngê bibin.
COLEMÊRG
Rêxistina BDP'ê ya Colemêrgê jî li avahiya BDP'ê civîn pêk anî û banga tevlêbûna mîtînga 1'ê Gulanê kir. Serokê Rêxistina BDP'ê ya Colemêrgê daxuyanî da û diyar kir ku ew dê îsal bi şîara “Em bi ruhê Newrozê dimeşin 1'ê Gulanê" mîtîngê pêk bînin. Kurt, xwest her kes di 1'ê Gulanê de li Stadyuma Bajar saet di 10.00‘an de li hev kom bibin û beşdarî mîtîngê bibin. Platforma Şaxan a KESK'ê jî bi heman armancê daxuyaniyek nivîskî da û xwest her kes tev li mîtîngê bibin." Platformê di daxuyaniyê de diyar kirin ku şahiya wan dê saet di 16.00’an de li Navenda Çandê ya Fêqiyê Teyran bi dawî bibe.
QERS
Şaxa Egîtîm Senê ya Qersê jî bi heman armancê daxuyanî da. Şaxa Egîtîm Sen'ê li avahiya xwe daxuyanî da û banga tevlêbûna 1'ê Gulanê kirin. Endamê Komîtiya Mîtîngê Çetîn Koçyîgît, jî daxuyanî xwend û xwest her kes roja Çarşemê saet di 11.00’an de li Qada Cumhuriyetê tev li mîtînga wan bibin û dengê xwe bilind bikin.
SÊRT
Platforma Ked û Demokrasiyê ji têkildarî 1'ê Gulanê de li avahiya Platforma KESK'ê ya Sêrtê daxuyanî da. Berdevkê Platforma KESK'ê û Serokê Şaxa Egîtî Sen'ê Suleyman Beştaş tevlêbûna mîtîngê kir û diyar kir ku, dê di 1'ê Gulanê de li qada hemberî zanîngehê saet di 11.30'an de kom bibin û bimeşin Qada Îtfaiyê ya Şaredariyê.
ÊLIH
Rêxistina BDP'ê ya Êlihê jî der barê mîtînga ku di 1'ê Gulanê de li pêş Nexweşxaneya Farabimê pêk bê li avahiya xwe daxuyanî da. Di civînê de Serokê BDP'a Navçeya Navendî Murat Gazîoglu diyar kir ku, dê îsal bi bi ruhê Newrozê 1'ê Gulanê pîroz bikin. Endamên Komîteya Amadekar a Êlihê û rêveberên BDP'ê jî li Kolana Gulistanê daxuyanî da û li nava esnaf û welatiyan geriyan û belavokên banga 1'ê Gulanê belav kirin. Li ser navê Komîteya Mîtîngê Bulent Hatun, daxuyanî da û xwest her kes di 1'ê Gulanê de li ber Nexweşxaneya Farabimê saet di 10.00’an de tev li mîtîngê bibin û dengê xwe bilind bikin.
Di belavokê de hat diyarkirin ku dê gelek siyasetmedar, serokên sendîkayan û hunermend tevlî mîtîngê bibin.
AMED
Tevkarên DÎSK'ê yên Amedê têkildarî mitînga 1'ê Gulanê Cejna Karkeran li avahiya Şaxa Sendîkaya Genel-Îş'ê ya DÎSK'ê ya Amedê civîna çapemeniyê li dar xist. Dev-Saglik Îş, Enerjî-Sen, Emeklî-Sen, Genel-Îş, Cam Keramîk-Îş û gelek kesên din tevlî civînê bûn. Li ser navê sendîkayan Serokê Şaxa Genel-Îş'ê yê Amedê Salîh Dogrul daxuyanî xwned û diyar kir ku ew bang li hemû kesî dikin ku bi rihê Newrozê tevlî mitînga 1'ê Gulanê bibin.
'DIVÊ PERGALA TECRÎDÊ YA ÎMRALIYÊ BI DAWÎ BIBE'
Dogrul anî ziman ku, pêvajoya dîrokî ya 1'ê Gulanê di nav de derbaz dibe hêj 1'ê Gulanê bi watedar dike û wiha got: "Em bijê bêtir bi hêz û coş di pêvajoya aştiyê de amadekariyên xwe dikin. Hate dîtin ku, polîtîkayên cudakar, înkar, asîmîlasyon û qedexekar ên li ser gelan dihatin meşandin tu tişt bi tu kesî nedan qezenckirin. Di encama şerê 30 salan de bi fedekariya Îmraliyê pêvajoyekî hate destpêkirin û ev yek gelek girînge. Divê ev keda mezin vala neyê derxistin. Ji bo diyalogê baş pêş bikev divê pergala tecrîdê ya li Îmarliyê bi dawî bibe."
Dogrul da zanîn ku, fersenda banga dîrokî ya di 21'ê Adarê Newrozê de ya aştî, wekhev û edaletê neyê hebakirin ya ji destê wan tê dê bikin û berpirsiyarên dikevin ser milê wan jî dê bikin û wiha axivî: "Ji ber vê yekê em dê bi gelê xwe re di 1'ê Gulanê li Qada Îstasyonê mitînga bi slogana 'Çareserî bi rizgariya demokratîk pêkan e' li dar dixin. Em dê 1'ê Gulanê de li qadê bibin dengê kesên tên tepisandin, metîngerkirin û kesên mazlûm. Em dê ji bo cîhanekî bêqedexe, bêmetîngerî û demokratîk biqêrin. Em dê bibin dengê gelên êzidî, elewî, ermenî, sûryanî yên li ser vê axê hatin qetilkirin, kesên li Roboskiyê hatin qetilkirin, Aydin Erdem, Ceylan Onkol, Ugur Kaymazan."
MÊRSÎN
Rêxistina BDP'ê ya Mêrsînê ji bo banga tevlêbûna 1'ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanê bike, li avahiya BDP'ê civîn pêk anî. Di civînê de Hevserokê BDP'ê yê Mêrsînê Halîs Ernarîcî, kesên di salên 1977'an de jiyana xwe ji dest dan bibîr anîn û wiha got: "Têkoyîna gelê Kurd a çekdarî 30 salin berdewam dike. Gelê Kurd bi xêra Rêberê Gelê Kurd Ocalan di pêngav û serdemek dîrokî re derbas dibe. Em bang li her kesî dikin ku di mîtînga 1'ê Gulanê de tevlî mîtîngê bibin û daxwazên xwe yên aştî, azadî û çareseriyê bînin ziman. Em bang li gelê Mêrsînê dikin ku di 1'ê Gulanê de li qada mîtingê bin. Mîtîng dê çarçemê saet 11.00'an de ji Qada Îstasyonê ya Mêrsînê bi meşekê dest pê bike û li Qada Komarê pêk bê.