Li 5 bajaran gelek kes hatin binçavkirin
Li Enqere, Amed, Eskîşehîr, Sêrt û Îzmîrê gelek kes hatin binçavkirin û girtin.
Li Enqere, Amed, Eskîşehîr, Sêrt û Îzmîrê gelek kes hatin binçavkirin û girtin.
Di roja 71. a greva birçîbûnê ya Nûriye Gulmen û Semîh Ozakça de, polîsên Tirk nîvê şevê careke din êrîşî kolana Yukselê kirin. 18 kes bi lêdanê hatin binçavkirin. Di nav kesên ku hatin binçavkirin de hevjîna çalakvan Semîh Ozakça, Esra Ozakça jî heye.
AMED
Endam û reveberên HDP’ê yên 10 Gulanê hatibûn binçavkirin sewqê edliyeyê kirin. Di nav kesên ku hatine binçavkirin de xwişka rojnamevan û nîvîskara Kurd Evrîm Alataş a di 2010 de jiyana xwe ji dest da jî heye. Alataş û kesekî ku nasnameya wî nehat hînbûn piştî îfadê sewqê dadgehê kirin û bi hinceta 'endamên rêxistinê ne' hatin girtin.
ESKÎŞEHÎR
Nûnera Înîsiyatifa Piştevaniya Bi Zindanan re ya Enqereyê Havva Ozcan jî di navde 6 kes hatin girtin. Nûnera Înîsiyatifa Piştevaniya Bi Zindanan re ya Enqereyê Havva Ozcan jî di navde 6 kesen hatibûn binçavkirin li dadgehê hatin girtin. 6 kesên hatibûn binçavkirin piştî li dozgeriyê îfadeya wan hat girtin sewqî 1'emîn Dadgeha Sulh Ceza hatin kirin. Heyetê der barê 6 kesan de bi hinceta “şopandina fîzîkî, qeydên ragihandinê, qeydên hevdîtinên li girtigehê" bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" biryara girtinê da û şandin Girtigeha Tîpa H a Eskîşehîrê. Kesên hatin girin wina ne: Hevserokê HDP'ê yê Navçeya Odunpazari Mustafa Karataş, Rêveberê HDP'ê yê Eskîşehîrê Îzzet Altun, Enver Tek, Nûnera Înîsiyatifa Zindanan Havva Ozcan, xwendekarên Zanîngeha Anadolu D.A û M.B.
SÊRT
Welatiyên bi navê Tevfik Çetin û kurê wî Necat Çetin ji bo ziyareta Zinar Çetîn ê li Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê çûbûn Sertê. Tevfik Çetin û kurê wî Necat Çetin di vegerê de hatin binçavkirin. Kur û bav ên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Sêrtê.
ÎZMÎR
Li Îzmîrê polîsan di saetên serê sibê de bi ser malên Partîzan û endamên Federasyona Gelên Demokratîk (DHF) de girtin. Di serdegirtinên li taxa Torbali, Alîaga û Menemenê de 15 kes hatin binçavkirin û hat zanîn ku kesên hatine binçavkirin birine midûryeta polîsan a şaxa TEM’ê. Hinceta binçavkirinan jî wekî çalakiyên ji bo salvegera qetilkirina Îbrahîn Kaypakkaya yê di 18’ê Gulana 1973’yan de li girtîgeha Amedê bi îşkenceyê hat qetilkirin hat nîşandan. Hat diyarkirin ku kesên hatine binçavkirin ew kesên k udi 1’ê Gulanê de wêneyê Îbrahîm Kaypakkaya û rêverên ciwanan hilgirtine ne.
Navê hinek kesên hatine binçavkirin wihane: Nûçegihanê Ozgur Gelecekê Kaan Horoz, Omer Çetîn, Omer Çakmak, Ulaş Şener.
Li aliyê din hefteya bihûrî bi hinceta “bîranîna Ulaş Bayraktaroglu” li dijî endamên Partiya Şoreşger, 11 kesên k udi 1’ê Gulanê de wêneyên kesên li dijî DAIŞ’ê şer kirine û jiyana xwe ji dest dane rakiribûn hatibûn binçavkirin.