Li 4 siyasetmedar û şaredarên Kurd 6 sal cezayê girtîgehê hate birîn

Li Mêrdînê li 4 siyasetmedar û şaredarên Kurd 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hate birîn.

Kongreyên Civaka Demokratîk (KCD) di sala 2013’an de li Mêrdînê civînek li dar xistibû û li ser îfadeyên “şahidê nepen”, derheqê Şaredarê Şemrex a Mêrdînê Hasîp Aktaş ku di navbera salên 2009-2014’an de şaredar bû, Şaredarê Sitîlîlê yê wê demê Lokman Findik, Şaredarê Xelîlayê Ahmet Încî û Serokê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) yê Kerboranê yê wê demê Mehmet Kiliç de bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” doz hatibû vekirin.

Rûniştina biryara dozê îro li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê hate lidarxistin. Aktaş, Findik, Încî û Kiliç ku bi awayekî negirtî tên darizandin tev li rûniştinê nebûn, parêzerên wan amade bûn. 

Di rûniştinê de ewil li îfadeyên şahidan hatin guhdarkirin û piştre jî parastin dest pê kirin. Piştî parastina parêzeran, dozger xwest ku her 4 kes jî bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” bên cezakirin û mutalaaya xwe da dadgehê. 

Dadgehê bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” li her çar siyasetmedaran 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê birî.