Li 3 bajarên Swêdê kongreyên NCDK pêk hatin

Li bajarên Borlange, Orebro û Gavle yên Swêdê, Navendên Civaka Demokratîk ên Kurd (NCDK) kongreyên xwe pêk anîn.

Li bajarên Borlange, Orebro û Gavle yên Swêdê, Navendên Civaka Demokratîk ên Kurd (NCDK) kongreyên xwe pêk anîn.

BORLANGE

Kongreya li bajarê Borlangeye bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan dest pê kir û siyasetmedar Xelîl Rojava li ser bûyerên li Bakur û Rojavayê Kurdistanê diqewimin axivî.

Rojava diyar kir, dewleta Tirk ji bo têkbirina destketiyên gelê Kurd ên li Rojava amadekariya êrîşên nû dike û got, Rojava, gelê Kurd xwedî wê hêz, tecrûbe û danheviyê ye ku van êrîşan têk bibe.

Rojava bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî û diyar kir, tecrîd wê bişikê, faşîzm wê hilweşe û Kurdistan wê azad bibe.

Xelîl Rojava Leyla Guven û çalakgerên greva birçîbûnê silav kir û got, têkoşîna gelê Kurd heta bidawîbûna tecrîdkirina Ocalan wê bidome.

Nûnerê Partiya Çep a Swêdê jî li kongreyê axivî û piştgiriya xwe ji bo têkoşîna gelê Kurd nîşan da.

Wekî din, generalekî berê yê di nava artêşa Sûriyeyê de wezîfe kir, li kongreyê axivî û xwe ji bo rêveberiya komeleyê pêşniyar kir.

Di kongreyê de peyamên NCDK, YPG, PJAK, TJA, Tevgera Ciwanên Şoreşger û Komeleya Diyalogê ya Dalarna Enternasyonal hatin xwendin.

Di dawiya kongreyê de rêveberiya nû ya ji 32 kesan hate hilbijartin.

OREBRO

NCDK a bajarê Orebro jî kongreya xwe ya 8'an pêk anî. Lêkolîner Sûltan Ogûr li kongreyê axivî, Leyla Guven û berxwedêrên greva birçîbûnê silav kir û got, "Eger li Rojhilata Navîn çareserî tê xwestin, divê Birêz Ocalan azad bibe."

Marta Wîklûnd jî bi navê Partiya Çep a Swêdê axivî û diyar kir, ji bo bidawîbûna tecrîdê wê hewldanên xwe zêde bikin.

Ji Tevgera Goran Sehîd Kahar û ji Kurdên Feylî Dr. Alan li kongreyê axivîn û bal kişandin ser rêxistinbûn û karê Navendên Civaka Demokratîk ên Kurd ji bo gelê Kurd.

Di dawiya kongreyê de biryar hate dayin ku maleke çandê were avakirin, komuna li bajarê Karlstadê bibe NCDK, komuneke jinan bê avakirin û meclîsa ji 50 kesî hate hilbijartin. Emîne Mîdyadî û Şefîk Colemêrgî ji bo hevserokatiya NCDK a Orebroyê hatin hilbijartin.

SODERHAMN

NCDK a navçeya Soderhamn a Swêdê jî kongreya xwe pêk anî û rêveberiya xwe ya nû hilbijart.

Rêveberên Şaredariya Bollnasê, Komîteya Piştgiriya bi Kurdistanê re, Komeleya Jinan a Arîn û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Gavleyê bûn mêvanê kongreyê.

Arjîn Devrîm bi destpêkirina kongreyê de bûyerên li Tirkiye, Kurdistan û Bakurê Sûriyeyê nirxand û got, divê destek ji grevên birçîbûnê yên ji bo rakirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê kirin.

Serokê Komîteya Piştevaniya bi Kurdistanê re Benny Gûstafsson jî bi Kurdî silav da beşdaran û qala çalakiyên xwe yên piştevaniyê yên nava salekê kir.

Gûstafsson diyar kir, ji bo xurtkirina piştgiriya bi Rojava re wê bi dibistan, sendîka, partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl ên li navçeyê re rêxistbûneke nû ava bikin.

Di dawiyê de 16 endamên 4 komîsyonan hatin hilbijartin. Gulîstan Nûsaybîn û Abdîn Efrîn ji bo hevserokatiya NCDK a Soderhamnê hatin hilbijartin.