Li 3 bajaran ji bo girtiyên nexweş bang

Li 3 bajaran di çalakiyan de rewşa girtiyên nexweş hate destnîşankirin, hate xwestin ku demildest bêne berdan.

Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, li avahiya komeleyê ya li Taksîmê 503’yemîn çalakiya xwe ya hefteyî ya “Rûniştina F” li dar xist. Endamên komîsyonê bal kişandin ser rewşa Eser Morsûmbûl a vê hefteyê li Girtîgeha Şakrana Îzmîrê ya Tîpa T a Jimara 1’an tê girtin. 
 
Endama Komîsyonê Sîbel Çapraz ragihand ku Morsumbul ê 36 salî bi nexweşînên pençeşêrê, têkçûna gurçikê ya kronîk, helandina hestiyan, serêşiya bênavber, kêmxwînî û zona re rûbirû ye. Çapraz diyar kir ku Morsumbul jî ji ber dermanên ku bi kar aniye bi nexweşiya gurçikê ya kronîk ketiye. Çapraz da zanîn ku ji bo Morsumbul di sala 2016'an de neqla gurçika wî hatiye kirin lê beriya ku sax bibe hat girtin. 

Çapraz hevdîtina dawî ya di navbera Morsumbul û dayika wî Ayten Morsumbul de wiha parve kir: "Kurê min Eser di van demên dawî de bi lez û bez li xwe şikand. Di kontrolên dawîn ên doktor de hat dîtin ku kêmxwînî û zona wî heye. Ji ber vê yekê ew nexweş e. Di nava êşeke bê tehemul de ye, beşeke mezin ji laşê wî kul û birîn e, her derê wî werimiye lê wî nebirin nexweşxaneyê. Lê parêzerê wî yê ku di hevdîtina bi parêzer re ev yek dît, hevdîtinê qut kir û hat girtin. Piştî hevdîtina bi midûr re çû nexweşxanê. Li wir jî tenê dermanên derziyê dan. Dema ku ez çûm serdana dawî, min dît ku kurê min heta şaneka çavên xwe birîn e. Li ser eniya wî û serê wî. Ez bi fikar im. Tu şensê kesên wek Eser û Eser bi tena serê xwe di girtîgehê de bimînin nemaye. Divê kurê min demek zûtirîn were berdan."
 
Dayika Morsumbul Ayten Morsumbul, anî ziman ku li girtîgehan ji bo girtiyên nexweş "bîra bêbinî" kolandine û wiha got: "Kurê min ji min re got, 'Dayê, pir li min sar. Ji min re faroniyên stûr bişîne. Kurê min pir nexweş e. Heke neyê tedawîkirin wê bikeve rewşa sikratê. Ez naxwazim cenazeyê kurê min ji hepsê derkeve.” 

Li Enqerê jî Insîyatîva ji Girtiyên Nexweş re Azadî bal kişande ser rewşa girtiyên nexweş. Insîyatîvê li ber Şûbeya ÎHD'ê ya Enqerê daxuyanî da. Li gel astengkirina polîsan jî di pankata, ''Tedawî heq e, nikare were astengkirin, bila girtiyên nexweş bêne berdan'' hate vekirin.

Li ser nave Insîyatîvê Endama Desteya Rêveber a ÎHD'ê Nurah Çevîrmen axivî, bal kişande ser girtiyê nexweş Ahmet Çakal ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T'yê Rîzayê girtî ye.

Çevîrmen got Ahmet Çakal ji ber nexweşiya wî ya kanserêrê û ji ber ku hewceyî tedawiyeke domdirêj e divê bi lezgînî cezayê wî were înfazkirin û taloqkirni, were berdan.

Komîsyona Girtîgehan a Şûbeya Izmîrê ya ÎHD'ê jî bal kişande ser girtiyê nexweş Tamer Kalkanli ku li Girtîgeha Girtî ya Elmalî ya Entalyayê girtî ye. Daxuyanî li ber Sumerbanaka  Eskî Konakê hate dayin. 

Di daxuyaniyê de hate gotin rapora Kalkanli heye ku ispat dike astengbar e û li gel vê jî girtîmana wî êşkence ye, derî mirovî ye.