Li 28 welatan 4 hezar kes kampanyaya 'NA' bi rê ve dibin
Ji bo referandûma 16’ê Nîsanê ya ku wê li Tirkiyê were kirin, li Ewropayê di navbera 27’ê Adarê û 9’ê Nîsanê de wê deng werin bikaranîn. Li Ewropayê platforma ‘na’ bi hemû xebatên xwe ve didome.
ANF
BRUKSEL
în, 24 adarê 2017, 08:14
Li Tirkiyeyê 16’ê Nîsanê referandûma sîstema seroktiyê heye. Niha du eniyên bi rengê 'erê' û 'na' hene. Li pêş eniya AKP-MHP’ê HDP, CHP û hemû beşên nerazî yên ji sîstema niha di eniya ‘na’yê de ne. Li Ewropayê û li gelek deverên dinyayê piştî ku dîroka referandûmê diyra bû gelek sazî û dezgeh gihaştin cem hev û platforma ‘na’yê ava kirin. Ji wê demê ve xebat didomin. Di komîsyonên 28 welatan de tevahî 4 hezar kes dixebitin. Heta niha bi 100’an bername hatin danîn. Ev bername heta 9’ê Nîsanê wê bidomin. Dawiyê vê heftiyê jî di serî de li Elmanya li gelek welatên Ewropa wê meşên navendî werin kirin. Yek ji endamê ‘Platformên Na’yê Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) Yuksel Koç diyar kir ku armanca wan ew e, hemû kesî bibin ser sindoqan û dengê nayê zêdetir bikim.
‘XALA HEVPAR A ME HEMÛYAN NA YE’
Yuksel Koç diyar kir ku li Tirkiyê piştî dîroka referandûmê diyar bû ew weke saziyên Ewropayê hatine cem hev, platforma nayê ava kirine û got: "Di nav vê platformê de hemû komên li Tirkiyê hene, weke Asûrî, Suryanî, Çerkez, Ermen, Rûm, Kurd. Bi kurtasî hemû komên bawerî û nasnameyê yî ên li Tirkiyê hene. Dîsa di demên dawî de akademîsyen û rewşenbîrên ku neçar mane werin Ewropa jî di nav platformê de ne. Her çendî sedemên me hemûyan ji hev cihê bin jî xala me ya hevpar na ye. Sedema ku em anîne cem hev ev e. Xebat jî wiha didomin. Li 28 welatan xebatên vê platformê têne kirin."
Koç anî ziman, beriya her tiştî wan xebaên lêpirsîna hilbijêriyê kiriye û got: "Pişştî li 28 welatan mîtîng, civînên salonên, şev û bernameyên cuda hatin çêkrin. Navendî me 200 bername danîn û li xwecihî jî, biçûk jî be bi 100’an bername me danîn. Ev xebat ji hêla 4 hezar kesî ve têne birêvebirin. Eniya nayê têra xwe bi moral û bi coş e. Ji ber ku rêya xilasbûna ji dîktator xebata zêde ye."
'KURD HESABÊ XWERÊVEBERIYÊ DIPIRSIN'
Koç ragihand, her çend sedemên ‘na’yê ji hev cuda bin jî di gewherê xwe de hemû li dijî Erdogan û rejîma yek zilamî ne û bi domdarî got: "Kurd ji bo ku hesabê xwerêveberiyê bipirsin dibêjin na, rewşenbîr, akademîsyen ji bo ku ramanên xwe gotin neheqî li wan hate kirin ew jî hesabê vê dipirsin. Elewî, Êzîdî, Xiristiyan ji ber baweriya xwe rastî li zilmê tên. Dîsa jin ji ber zextê dibêjin na. Hemû beşên civakî na dibêijn. Xala hevpar a van hemûyan jî avakirina siberoja azad, wekhev e. Ev ne tenê xebateke ji bo 16’ê Nîsanê ye, piştre jî li dijî bloka AKP-MHP’ê em dixwazin eniya demokrasiyê ava bikin."
Koç diyar kir li Ewropa di pêvajoya referandûmê de wan 160 endam diyar kirine ku bi wê rayeyê ne dikarin nerazîbûnê li konsolosxaneyan nîşan bidin û her wiha 200 muşahîd jî wê diyar bikin.
'HEDEFA ME HEMÛ BEŞÊN CIVAKÊ NE'
Koç destnîşan kir, ku di navbera 27’ê Adarê û 9’ê Nîsanê de deng wê werin bikaranîn û wiha domand: "Hedefa me ya sereke ew e ku em biçin cem beşên cihê. Ji ber ku li vir deng ji bo partiyê nayê dayin. An na an jî erê tê bikaranîn. Ji bo vê jî em dixwazin biçin cem her kesî. Dîsa em dixwazin ku her kes biçe ser sindoqê. Neçûn xizmeta ji AKP’ê re ye. Ji bo vê jî kesên ku ji vê sîstemê ne xweş in divê biçin. Hedefa me 3 milyon û 960 hezar hilbijêr e. Niha li her devera ku komîsyonên me lê hene erebe hatine girtin. Me ji bo hemû hilbijêran gotiye hûn li kûderê bin telefonê bidin platforma na, ya herî nêzîk û em ê we bibin ser sendoqê. Koç diyar kir ku ew weke platformê 25’ê Adarê wê li gelek welatan meşên navendî bikin û wiha domand: "Li Elmanya ,Dusseldorf, Stûttgart, Swîsre, Zûrîh, Avûstûrya, Viyan û li gelek deverên din meş wê werin kirin. Banga m ew e ku her kes tevlî meşê bibbe û em ji dîktator hesab bipirsin. Em wî bavêjin ser sergoya dîrokê. Ev meş û mîtînga me beria dengdanê wê ji bo her kesî bibe mesajên girîng. Ji bo vê jî bang dikim ku her kes tevlî vê meşê bibe."