Li 22 navendan 1’ê Gulanê hate pîrozkirin
Li 22 navendan 1’ê Gulanê hate pîrozkirin
Li 22 navendan 1’ê Gulanê hate pîrozkirin
1'ê Gulanê roja Karkerên Cîhanê li Dêrsim, Mûş, Cizir, Colemêrg, Gever, Îdir, Çewlîk û Manîsayê, Êlîh, Semsur, Riha, Tetwan, Dîlok, Sêwerek, Mêrsîn, Tarsus, Îzmîr, Aydin, Qers, Kop, Agirî û Gimgim bi giştî li 22 navendan bi 10 hezaran karker û kedkar ji bo daxwazên xwe bînin ziman daketin qadan û ji bo çareseriyê rizgariya demokratîk xwestin.
DÊRSIM
Li Dêrsimê Platforma Ked û Demokrasiyê 1'ê Gulanê li Qada Seyît Riza pîroz kir. Di saetên serê sibê de endam û nûnerên sendîsa, ode û komeleyên ku li ber avahiyên xwe kom bûn, ber bi Nexweşxaneya Dêrsimê ve meş pêk anîn. Bi hezaran kesên li ber Neweşxaneya Dêrsimê kom bûn, heta Qada Seyît Riza meşiyan. Komê di meşê de bê navber siloganên "Hezar silav ji Rêberê PKK'ê afiran re", "Bijî serok Apo", "PKK gele, gel li vire", "Jin jiyan azadî", "Bijî 1'ê Gulanê" qîr kirin. Komê di meşê de pankartên "Em bi Ruhê Newrozê 1'ê Gulanê pîroz dikin", "Me bi ciwantî destpê kir em dê bi ciwantî biqetînin" "Kar, ked û Azadî" û "Ji bo zanistî û azadiya kar Dakevin qadên 1'ê Gulanê."vekirin û meşiyan.
Piştî bi hezaran kesan meş pêk anîn, nûnerên KESK, BDP, EMEP, ESP, HDK, CHP, Înîsiyatifa Ciwanên Welatparêz ên Dêrsimê, Partizan, DHF, TKP, ODP, Muxalefeta Ciwanan û Heyeta Aqilmendan tevlî meşê bûn. Li ser navê Komîteya Amadekar a 1'ê Gulanê Serokê Şaxa Tum Bel-Senê Mazlum Dogan daxuyanî da û bal kiaşand ser pêvajoya ku Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Îmraliyê daye destpêkirin. Dogan xwest herî her tiştî sîstema cerdevaniyê bi dawî bibe, mayin bên paqijkirin û daxwazên gelê Kurd yên nasname, ziman û çandê bê qebûlkirin.
Piştî axaftinan koroya şaredariyê û koroya jinan derketin ser dikê. Çalakiye bi konser û stranan bi dawî bû.
MÛŞ
Platforma Demokrasiyê ya Mûşê bi tevlîbûna girseyek mezin li pêş Zanîngeha Arparslanê kom bûn û ber bi qada mîtîngê ve meşiyan. Piştî niqaşa di navbera polîs û girsê de girse dîsa dest bi meşê kir û pankarta “Çareserî bi rizgariya demokratîk pêkane”, “Li Qada 1'ê Gulanê em pêvajoya aştiyê silav dikin" vekirin. Girse qeta qada Şardariyê meşiyan û li vir bi girseyî daxuyanî dan çapemeniyê. Li ser navê KESK'ê Serokê Şaxa SES'ê Ercan Yildirak daxuyanî da û diyar kir ku, keda karkeran neyê dîtin û mafê wan bê binpêkirin ev pêvajo pêş nakeve. Yildirak, xwest 400 hezar mamosteyê betal hemû bibin xwedî kar û neheqî, bê hiqûqî bi dawî bibe. Yildirak xwest qetilkirina 1'ê Gulana 1977'an jî bê pirsîn.
Piştî daxuyaniyê girsê bi govend û tilîliyan çalakiyên xwe berdewağm kirin.
CIZÎR
Li navçeya Cizîrê jî bi heman armancê di saetên serê sibê de endam û rêveberên giredayî sendîkayên DÎSK, KESK û Odeyên TMMOB, ÎHD, KURDÎ-DER, BDP'ê ku ji Şirnex û navçeyên din hatin kom bûn, li ber avahiya KESK'ê kom bûn û bi def û zurneyan govend gerandin. Girsê piştî govendê derbazî qada tenişta Medreseya Sor bûn û li wir mîtîng pêk anîn. Girsê di meşê de pankartên "Bijî Yek Gulan", "Dar li ser koka xwe; mirov li ser zimanê xwe şîn dibe" û "Bi Rêveberiya Herêmî ya Demoratîk, Azad û tenduristiya zimanê zikmakî û şênber" vekirin. Girsê bê navber siloganên "Bijî Serok Apo" qîr kir û heta qadê meşiyan. Mîtîngê bi rêzgirtinê destpê kir. Ewil koma Lîstikê ya Mem û Zînê derketin ser dikê û piştre li ser navê KESK û DİSK'ê axaftin hatin kirin. Di mitîngê de Parlamenterê BDP'ê yê Şirnexê Hasip Kaplan, jî axaftinek kir û silav ji karkerên ku xwestin bimeşin qada Taksîmê re şand.
Piştî axaftinê Koma Kulîlkên Botan a NÇM'a Şirnexê û Koma Serkeftin û Koma Hemdem derketin ser dikê.
COLEMÊRG
Li Colemêrgê jî bi heman armancê pîrozbahiya 1'ê Gulane di saetên serê sibê de destpê kir. Endam û rêveberên saziyên sivîl û sendîkayên karker û kedkaran li ber avahiyên xew kom bûn û heta Stata Bajar a Colemêrgê meşiyan. Girseyê bi alên xwe û def û zurneyan heta qadê meş pêk anîn û li vir govend gerandin. Di meşê de girsê pankarta “Em bi ruhê Newrozê dimeşin 1'ê Gulanê" vekir û govend gerandin. Parlamenterê BDP'e Esat Canan, endamên Meclisa BDP'ê Rêveberên BDP'ê jî di meşê de cihê xwe girtin. Dîsa Înîsiyatifa Dayîkên Aştiyê û gelek welatiyan jî piştgirî da meşa karkeran. Girseya ku heta VEDAŞ'ê meşiyan li vir ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dan rêz girtin. Girseyê bê navber siloganên “Ji vîna gelan re azadî" û “Ji radeya gel re azadî”, “Bi rizgariya demokratik ber bi jiyaneke azad ve” vekirin. Berdevkê Hêza Demokratîk a Colemêrgê û Serokê Şaxa ÎHD'ê Îsmaîl Akbulut daxuyanî da û peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ji bo 1'ê Gulanê şandibû xwend.
Parlamenterê BDP'ê yê Colemêrgê Esat Canan jî derbarê pêvajoyê de axivî û diyar kir ku, li gel gavên Kurd davêjin dewlet ji bo çareseriyê gavan navêje. Di mîtîngê de bang li her kesî kir ku sibê Hevserokê BDP'ê Sehelattîn Demîrtaş bê pêşwazîkirin. Mîtîng piştre bi koma muzîke ya Feqiyê Teyran bi dawî bû.
GEVER
Li Geverê jî girseya ku li ber avahiya KESK'ê kom bûn, ligel şaredar û rêveberên BDP'ê û nûnerên sazyên sivîl ên civakî dest bi meşê kirin. Bi hezaran kesên ku di nav de rêveberên BDP, KESK, DÎSK'ê jî hebûn pankarta "Gelê ku bi agirê Newrozê vejiya, dê bi 1'ê Gulanê bigehijin azadiya xwe" vekir û siloganên "Bijî Serok Apo" qîr kirin. Bi hezaran kesên meşiyan Parka Musa Anter di ketina parkê de posterê Pêşengê PKK'ê Mahsum Korkmaz (Egîd) vekir. Girseyê di ketina parkê de sirûda "Çerxa şoreşê" xwend û rêz girtin. Girseyê li vir pankarta mezin a posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a "Biryara Rêber Apo biryara gele" heye vekir. Jinên ku tevlî mîtîngê bûn cil û bergên xwe yên rengin li xwe kirin û lîstikvanên Sporê yên şaredariyê jî formên xwe yên kesk, sor û zer li xwe kirin. Ewil berdevkê KESK'ê Tahîr Tekinalp axivîe û bal kişand ser peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 21'ê Adarê. Piştî axaftinan lîstikên gel hatin pêşandan û herî dawî Ozan Hemido û Koma Ciwanên Geverê derketin ser dikê.
MANÎSA
Li Manîsayê jî kedkarên ku li ber Mala Mamosteyan li hev kom bûn, heta qada Komarê meşiyan. Girsê di meşê de siloganên "Bêdeng nemîne, biqîre, gel bira ne", "Kar, ked û azadî, bimire diktatoriya faşîst" û "Maf nayê dayîn tê stendin, maf li kolanan tê bidestxistin" qîr kirin. Di meşê de rêveberên BDP'ê û xwendekarên Celal Bayarê jî piştgiriya xwe anîn ziman. Di meşê de siloganên "Biji karkerên Kurdistan", "Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav" û "Biji serok Apo" jî hatinqîr kirin. Girse piştî gihişt qada mîtîngê bi rêzgirtinê dest bi bernameyê kir. Dema Rêveberên BDP'ê li qadê dest bi axaftinê kirin rêveberên CHP'ê qada mîtîngê terk kirin. Mîtîng bi muzîk û govendê bi dawî bû.
ÎDIR
Li Îdirê jî 1'ê Gulanê Cejna Karkeran Li qada Zubeyde Hanim bi girseyî hat pîrozkirin. Di mîtîngê de rêveberên BDP, HDP û KESK'ê amade bûn. Endamên Meclisa BDP'ê, rêveberên HDP'ê Yusuf Yildirim, endamên meclisa bajar, nûnerên KESK'e Amade bûn. Li vir jî heman pankart û dowîz hatin vekirin û mîtîng hat lidarxistin. Di mîtîngê de Serokê Şaxa Egitim Sen'ê Yilmaz Hun bal kişand ser pergala dewletê û serdestiyan û diyar kir ku, dê li keda karker û kedkaran xwedî derkevin û têkoşîna xwe bilind bikin. Piştî axaftinê mîtîng bi govendê bi dawî bû.
ÇEWLÎK
Li Çewlîkê jî mîtînga ku ji aliyê saziyên sivîl û partiyên siyasî ve hat destpêkirin li Qada Newrozê hat pîrozkirin. Girseya ku li ber avahiya BDP'ê kom bûn bi siloganên "Biji yek gulan" heta qada mîtingê meş pêk anîn û li hemberî astengiya polîsan 10 deqîqe çalkakiya rûniştinê pêk anîn. Serokê şaxa Egitim Sen'a Çewlikê Metin Kiliç axaftin kir û 1'ê Gulanê li hemû kakeran pîroz kir. Mîtingê piştî daxuyaniyê bi stran û govendê bi dawî bû.
ÊLIH
Li Êlihê Platfroma Tevgera Demokratîk li Durya Çapemeniyê 1'ê Gulanê pîroz kir. Bi hezaran kedkar li ber Otela Zekî hatin cem hev û bi sloganên “Bijî yek gulan”, “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana zîndana” ber bi qada mitîngê ve meşiyan. Piştî meşê girse ket qada mitîngê. Hêj meşê dest pê kir polîsan destûra pankrata xwendekarên Zanîngeha Êlihê “Em bi berxwedana Newrozê 1 Gulan silav dikin” neda. Ji ber vê yekê di navber polîs û girseyê de rageşî derket. Di ketina qadê de mitîngê de du ciwan hatin binçavkirin lê piştî girseyê bertek nîşan dan serbest hatin berdan. Di qada mitîngê de pankartên “Bi rizgariya demokratîk jiyanek nû ava dikin”, “Ji hemû girtiyên siyasî re azadî" û wêneyên 3 jinên Kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin hatin daliqandin. Piştî rêzgirtinê Serokê Komîteya Amedekar Mustafa Tekîk axaftina vekirinê mitîngê kir û diyar kir ku, ew piştgiriyê didin pêvajoya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hate destpêkirin. Parlementerê BDP'ê Husamettîn Zenderlîoglu jî diyhar kir ku 1'ê Gulanê bi ked û bedelên karkeran hate vê astê. Piştî axaftinan Koma Grava Rojê, Koma Agirê Jiyan û hûnermend Maruf Alan konser dan.
SEMSUR
Li Semsurê jî li Parqa Mîmar Sînan karker hatin cem hev. Girseyê li vir ber bi Kolana Sakaryayê ve dest bi meşê kir. Di meşê de slogana "Bijî yekê Gulanê" hate qîr kirin. Koma tehemul nîşanî sloganên Kurd nedan bi alên tirk xwest rageşiyê derbixin. Piştî rêzgirtinê Seroka Şaxa Egîtîm Sen'ê Hediye Kilinç axivî û wiha got: "1'ê gulanê cejna ked û têkoşînê ye. Em di pêvajoya aştî tê axivîn re derbaz dibin. Li cihê aştî lê tunebe jiyanekî însanî tunabe. Zêdehî 30 salin li welatê me şer didome. Destpêka muzakereyan dîrokî ye." Piştî axaftinan guhdariya muzîkê hate kirin.
RIHA
Li Rihayê ji li Stada 11 Nîsanê 1'ê Gulanê hate pîrozkirin. Piştî rêzgirtinê sirûda "Çerxa şoreşê" hate xwendin. Serokê Şaxa ÎHD'ê Cemal Babaoglu û Hevserokê Rêxistina BDP'ê yê Rihayê Halît Yildiztekin axaftin kirin û cejna 1'ê Gulanê piroz kirin. Serokê Rêxistina CHP'ê yê Rihayê Ferhat Karataş jî axaftinekî kin kir. Parlementerê BDP'ê Îbrahîm bînîcî jî axivî û bal kişand ser pêvajoyê û bang li hemû kesî kir ku, di bin banê BDP'ê de têkoşînî bikin kir. Piştî axaftinan Hunermend Servet Kocakaya konserek da.
TETWAN
Li navçeya Tetwanê ya Bedlîsê jî li Qada Fuarê meş pêk hat. Piştî meşê girseyê li ber AVM'ê daxuyanî da çapemeniyê. Serokê Şaxa Egîtîm Sen'ê Savaş Ulku bi kurdî û Berdekê Demê yê KESK'ê yê Bedlîsê Emîn Kurtye bi tirkî daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Bi salene em dibêjin pirsgirêka Kurd bila bi çek û bêpevçûn bêçareserkirin. Ligel vê yekê bi muhatabên wê bêçareserkirin. Ji bo ev pêvajo bi awayekî baş bi dawî bibe divê Birêz Ocalan serbest bê berdan." Piştî daxuyaniyê girseyê sloganên "Zext me bêzar nakin" û "Bijî yek gulan" bilind kirin."
DÎLOK
Li Dîlokê jî 1'ê Gulanê li Qada Îstasyonê hate pîrozkirin. Piştî meşê girse li 3 nokteyan piştî lêgerînê ket qadê. Di meşê de gelek slogan hatin qîr kirin û bertek nîşanî êrîşa Taksîmê da. Piştî rêzgirtinê bi armanca şermezarkirina mudaxeleya li Takîsmê çalakiya rûniştişnê pêk hat. Di mitîngê de li ser navê komîteya amadekar Omer Faruk Koç axivî û diyar kir ku, hemû kedkarên cihanê ji bo daxwazên xwe derketin qadan.
SÊWEREK
Li navçeya Sêwerekê ya Rihayê ji li Qada Kanlikuyuyê pîrozbahî pêk hat. Piştî meşê Nûnerê Egîtîm Sen'ê yê Sêwerekê Kadîr Kak daxuyanî xwend û bal kişand ser pêvajoyê. Pîrozbahî bi govendê bi dawî bû.
MÊRSÎN
Li Mêrsînê jî bi tevlîbûna partiyên siyasî, sendîka, ode, rêxistinên sivîl li Qada Îstasyonê pîrozbahî pêk hat. Di meşê de polîsan girseya BDP'ê bi wênekêşan diêşand. Piştî meşê welatî di du nokteyan de ketin qadê. Piştî rêzgirtinê sruda Enternasyonal hate xwendin. Serokê Yol-Îş'ê Îrfan Gultekîn axivî û diyar kir ku, hîsên di dilê wan de li hemû qadên cîhanê de weke hevin. Gultekîn bal kişand ser hevdîtinên dewletê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: "Di demên dawî de hêviyên wan ên aştiyê zêde bûne. Hêvî dikim ku dê pêvajo ji aştiyê re bibe wesîle." Serokê Şaxa Genel-Îş'ê yê Mêrsînê Kemal Gursoy jî axivî û diyar kir ku, dê her tim li cem têkoşîna karkeran bin. Berdevkê Demê yê KESK'ê Remzî Çîftîçî jî axivî diyar kir ku, hikûmeta AKP'ê bersiva daxwazên karkeran nade û dê têkoşîna wan berdwam bike.
TARSUS
Li navçeya Tarsusê jî li Qada Cumhuriyetê bi heman armancê mitîng pêk hat. Piştî rêzgirtinê Seroka Şaxa Egîtîm Sen'ê ya Mêrsînê Yasemîn Yucel axivî û bertek nîşanî bûyerên li Stenbolê da. Yucel diyar kir ku, kedkar dê bi biryar têkoşîna xwe berdewam bikin. Pîrozbahî bi guhdiyar muzîkî bi dawî bû.
ÎZMÎR
Li Îzmîrê li Qada Gundogduyê pîrozbahî pêk hat. Girse bi meşê hate qadê. Hevkarên HDK'ê dema di meşiyan komekî ulkucuyan bi dijwîn û nîşaneya tacîz kirin. HDK û BDP'iyan bertek nîşanî vê yekê da û polîsa mudaxele kir. Piştî mudaxeleya polîsan meşê berdewam kir. Nûnerê Turk-Îş'ê yê Egeyê Hasan Huseyîn Karakoç axivî û da zanîn ku, ew tu polîtîkayên alîgirên şer erê nakin. Piştî axaftinê hûnermend Suavî konger da.
AYDIN
Li Aydinê jî bi heman armancê li Qada Ataturkê pîrozbahî pêk hat. Piştî meşê Serokê Rêxistina BDP'ê yê Aydinê Raîf Kanat, cejna hemû karkeran pîroz kir û wiha got: "127 sal ber kesên ev roj ji me re diyarî kirin ez bejna xwe li ber wan ditewînim. Nûnerê HDK'ê Nîzamettîn Aktepe jî axivî û bal kişand ser pêvajoyê.
QERS
Li Qersê ji bi heman armancê li qada Cumhuriyetê pîrozbahî pêk hat. Piştî rêzgirtinê Endama Şaxa Egîtîm Sen'ê ya Qersê Hanim Kurtulan helbesta "Ben İnsanim (Ez mirovim) " xwend. Serokê Şaxa Egîtîm Sen'ê yê Qersê Çetîn Koçyîgît axivî û wiha got: "Îro li çar aliyên cîhanê kedkar, kesên tên tepisandin li qadanin û têkoşînê didin."
KOP
Li navçeya Kopê ya Mûşê jî bi heman armancê Parqa Mafên Mirovan 1'ê gulanê pîroz kirin. Piştî rêzgirtinê Nûnerê Egîtîm Sen'ê Kerem Dogrusoy axivî û diyar kir ku, 1'ê gulanê roja têkoşîna hevpare û anî ziman ku, hikûmeta AKP'ê dixwaze pêşeroja wan tarî bike.
AGIRÎ
Li Agiriyê ji bi heman armancê mitîng hate lidarxistin. Serokê Şaxa Genel-Îş'ê Ersîn Perînçek diyar kir ku 1'ê gulanê roja kadkar û karkerên cihanê ya piştevaniyê ye. Serokê Rêxistina BDP'ê yê Agiriyê Halef Keklîk jî diyar kir ku ew hêvî dike dê pêvajo bibe wesîleya rizgariya demokratîk. Parlementerê BDP'ê Halîl Aksoy jî axivî û wiha got: “Divê karkerên xwedî hilberînê divê di rêveberiyê de cih bigirin. Têkoşîna karkerên Kurd dê çerçeveya pêvajoya aştiyê fireh bikin." Piştî axaftinan hûnermend Halît Bîlgîç konger da.
GIMGIM
Li Gimgimê jî bi heman armancê ber şaredariyê mitîng li dar xist. Piştî rêzgirtinê Nûnerê Egîtîm Sen'ê yê Gimgimê Mahmut Kiliç axivî û diyar kir ku, bi daxwazên wekhevî, azadî, aştî û demokrasiyê li qadain û wiha got: "Ji bo jiyanekî wekhev û bi hev re bi salane li ser vê axê têkoşînê tê dayîn. Di vê pêvajoyê de dê kedkar peywira xwe bi cih bînin."