Lêpirsîna ewlekariyê li dijî rêgeza nepenîbûna jiyana taybet e

Parêzer Yildiz Îmrek diyar kir ku ligel ku bi dengên mûxalefetê hate redkirin jî ‘Pêşniyaza Lêpirsîna Ewlekariyê û Lêkolîna Arşîvê’ dişibe wekî ya 12’ê Îlonê û ev tişt li dijî rêgeza nepenîbûna jiyana taybet e.

‘Pêşniyaza Lêpirsîna Ewlekariyê û Lêkolîna Arşîvê’ ya ku AKP ji salekê zêdetir li ser dixebite, bi dengên mûxalefetê hefteya borî li Desteya Giştî ya Meclîsê hate redkirin. Lê AKP’ê diyar kir ku ev li dijî rêziknameyê ye û ji dêvila ku saleke din dîsa derxe ber dengdanê, îro 6’ê Nîsanê wê dîsa were dengdan. Vê pêşniyaza qanûnê berê jî ji aliyê Destûra Bingehîn hatibû redkirin. Parêzer Yildiz Îmrek derbarê vê qanûnê ji ANF’ê re axivî.

Îmrek diyar kir ku AKP dema nayê hesabê wan dengdanekê dubare dike û got “Di hilbijartina 7’ê Hezîrana 2015’an de jî AKP têk çûbû lê di meha Mijdarê de dîsa hilbijartin kiribû. Di hilbijartina 31’ê Adarê de jî dema mûxalefetê li Stenbolê qezenc kiribû, ev tişt qebûl nekiribûn dîsa hilbijartin pêk hatibû. Heke pêşniyazeke qanûnê were redkirin divê heta salekê di wê mijarê de pêşniyaza qanûnê neyê dayîn. Heke ev qanûn pêk were di warê ûsûlê de jî wê li dijî Destûra Bingehîn be.

Li gorî xala 74’emîn a KHK’ya Rewşa Awarte ya hejmara 676’an a di sala 2016’an de û li gorî xala 48’emîn a Qanûna Karmendên Dewletê ya hejmara 657 şertê ‘Divê lêpirsîna ewlekariyê û lêkolîna arşîvê hatibe kirin’ û ev xal ji aliyê meclîsê ve di 1’ê Sibata 2018’an de tevî xala 60’an a qanûna bi hejmara 7070 hate qebûlkirin.

Dadgeha Destûra Bingehîn bi biryara di 24’ê Tîrmeha 2019’an de bi sedema li dijî xalên 13, 20 û 128 ên Destûra Bingehîn e red kir. Dadgeha Destûra Bingehîn diyar kiribû agahiyên derbarê lêpirsîna ewlekariyê û lêkolîna arşîvê derbarê jiyana taybet agahiyên şexsî ne û di lêpirsîna ewlekariyê de wê li ser kîjan agahî û belgeyan were sekinandin, ev agahî wê çawa were bikaranîn û bal kişandibû ser vî tiştî ku ev tişt li dijî xalên 13, 20 û 128’an e. Vê biryara Dadgeha Destûra Bingehîn di 29’ê Mijdara 2019’an de kete meriyetê û piştre qanûna bi hejmara 4045’an qebûl kir. Dadgeha Destûra Bingehîn di 19’ê Sibata 2020’an de ev tişt betal kir û di hejmara 28’ê Nîsana 2020’an de ev tişt di Rojnameya Fermî de weşand. Koalîsyona AKP û MHP’ê hewl dide dîsa qanûnekê çêbike lê ev hewldan di dengdana çend roj berê de bi dengên mûxalefetê hate redkirin.”

Îmrek diyar kir ku lêpirsîna ewlekariyê di dema darbeya 12’ê Îlonê de û piştre gelek salan hate pêkanîn, dewletê çi kesên ne wekî wê kesên çepgir, kesên bîr û baweriyên ciyê û kesên fikra wan a Îslamî cihê ye, li cem xwe qeyd kir. Îmrek got “Piştre lêpirsîna ewlekariyê hate rakirin lê bi wesîleya hewldana darbeya di 15’ê Tîrmehê de dîsa kete meriyetê. Lêpirsîna ewlekariyê li dijî nepenîbûna jiyana taybet e û gelek endezyar, bijîşk, mamoste û pîşeyên cihê wê nikaribin peywira xwe bikin.”