Lêpirsîna bûyera qetilkirina Bîrben rawestiyaye

Lêpirsîna bûyera qetilkirina Bîrben rawestiyaye

Di doza Çayan Bîrben de, ku beriya sal û nîvekê li Yalova ji ber gaza îsotê ya polîsan jiyana xwe ji dest da, ti gav bi pêş ve nehat avêtin. Hînê nehatiye tespîtkirin ka dozê li kîjan dadgehê bê dîtin.

Di doza 4 polîsên ku tê gotin ku di 27'ê Gulana 2012'an de bûne sedema mirina Çayan Bîrben, dê Dadgeha Lihevnekirinê biryarê bide ka li kîjan dadgehê werin darizandin. 3. Dadgeha Ceza ya Asliye diyar dike ku divê bersûcli dadgeha cezayên giran bên dariznadin. Dadgeha Cezayê Giran a Yalova jî bi hevokan, dosya radestî dadgeha ceza ya asliye kir. Dadgeha Ceza ya Asliye ya Yalovayê bi sedema "Ji ber encamê, birîndariyeke giran" bi daxwaza 16 sal cezayê girtîgehê li bersûcan, doz şandibû ji dadgeha cezayên giran. Bersûc jî li dijî biryara dadgehê derketin ku dadgehê ragihand ku ev ne karê wê ye.

Dadgeha Cezayê Giran a Yalova di 17'ê Îlona 2013'an de dijderketina bersûcan qebûl kir. Dadgeha Cezayê Giran biryara 3. Dadgeha Ceza ya Asliye ya Yalovayê rakir. Piştî ku Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind nêrîna xwe aşkera bike, dê biryar were dayîn ka dozê li dijî dadgehê bê dîtin.