Lêgerîna edletê ya Dayikên Şemiyê vê hefteyê jî berdewam kir

Lêgerîna edletê ya Dayikên Şemiyê vê hefteyê jî berdewam kir

Dayikên Şemiyê ji bo lêgerîna edaletê û kujer bên darizandin çalakiya xwe ya şemiyê li ber Lîseya Cizîrê berdewam kirin. Dayikan vê hefteyê çîroka Huseyîn Demîr ê di sala 1992'an de hat binçavkirin û windakirin hat xwendin. Bavê Huseyin Demir, Ramazan Demir, diyar kir ku sal derbas bûn, lê hêj êşê wan zêde ye û birînê wan nehatin dermankirin.

Li Navçeya Cizîrê ya Şirnexê Dayikên Şemiyê yên Cizîrê di çarçoveya lêgerîna edaletê de çalakiya xwe ya heftane li ber Lîseya Cizîrê berdewam kirin. Dayikên ku li ber Lîseya Cizîrê ya li kolana Orhan Dogan kom bûn, wêneyên windayan û rakirin û çalakî pêk anîn. Di çalakiya Dayikên Şemiyê ya vê hefteyê de rêveber û nûnerên ÎHD, MEYA-DER û KURDİ-DER'ê amade bûn. Di çalakiya vê hefteyê de çîroka Huseyin Demir ê di sala 1992'an de li Sîlopiyê hat binçavkirin û windakirin hat xwendin. Bavê Huseyîn Demîr Ramazan Demir çiroka kurê xwe vegot û wiha got: "Kurê min li Sîlopiyê dixebitî. Wê rojê nehat malê. Me piştre fam kir ku polîsan ew binçav kiriye. Piştî çend roj şûnde cenazeyê kurê min li gundekî girêdayî Sîlopiyê hat dîtin. Dozger ji bo teşhîsê bangî me kir. Kurê min hatibû kuştin. Cenazeyê wî birin Hezexê. Me cenaze xwest, lê cenaze nedan me û birin di Goristana bêkesan de definkirin. Em dadê dixwazin. Em êdî naxwazin dil û kezeba kesên din bişewite. Sal der bas bûn, lê hêj êşa me didome. Qatîl û kujer serbest digerin."

Çalakî bi rûniştina 5 deqîyeyan bi dawî bû.