Le Point: Bi dûrbînên Erdogan dane re komkujî tê temaşekirin

Le Point: Bi dûrbînên Erdogan dane re komkujî tê temaşekirin

Kovara Le Poînt a Fransî di nivîseke ku der barê Kobanê de weşand de ji bo pênaseya ‘Mesîhê westiyayî’  hat kirin û helwesta welatên Rojava jî bi tundî rexne kir. Di nivîsê de wiha hate gotin: “Erdogan ji bo ku komkujiya ku DAIŞ pêk tîne, em temaşe bikin dûrbînê dirêjî me dike. Gotin ji bo vegotina bêdengiya me û nemerdiya me kêm dibîne."

Edîtorê kovarê Franz-Olîvîer Gîesbert bi nivîsa xwe ya ser navê ‘Obama, mesîhê westiyayî’ nêzîkatiya welatên Rojava ya li dijî Kobanê nirxand.

Kovara ku di 1972’an de hatiye avakirin di 2003’an de  xwedî trajeke 430 hezarî bû.

Nivîsa Franz-Olivier Giesbert wiha ye:

“Gelo ev ji bo Fransaya ku ji bilî xeta Majîno xeyalek wan a din tune normal e. Lê ji bo welatê Wîlson û Roosevelt Amerîkayê ev ne rewşek nû ye.

Hatina Eboleyê ya DYA’yê li vir bi giştî komkujiyên DAIŞ’ê di piştperdeyê de hişt. Tu dibêjî qey dîrokê ji bo Kurdan her cih ku piştî hilweşîna Osmaniyan qedexe kiriye. Yên ku her tim li ser wan zext kirine wê her tim têkçûnên dîrokê bin. Berê hêzên herêmê xwestin nexweşerêya  nû xêz bikin. Lê encam negirtin.

Laneta li ser gelekî 40 mîlyon nifûsa wê heye, her tim li ser axa xwe biyanî û sirgûnî jiyane.  

Tirkiye di nobetê de ye. Serokkomarê Tirk Erdogan bi Saddam Huseyîn re dikaribû biba yek ji kujerên herî mezin ê Kurdan. Gelek qurnaz e. Mafê hebûnê jî ji bo Kurdan nasnake û tenê qetil dike.

Ji ber vê yekê jî  ew paşeyê Tirk ku nêzî Birayên Misliman e û li Washingtonê jî notek baş girtiye, ji ber pêkanînên DAIŞ’ê yên li Sûriye û Iraqê gelek kêfxweş e.

Gotin ji bo pênasekirina bêdengî û nemerdiya me kêm dimîne. Piştî Amerîkayê mudaxeleya Iraqê kir şûnde bandora wê gelek çêbû û hêzên Rojava niha nikarin bêjin em nikarin biçin eniyan. Êrîşên hewayî yên koalîsyonê jî nikare qelsiya me veşêre.

Komplotî vîrus e. Erdogan ji bo ku em komkujiya ku DAIŞ li Kobanê pêk tîne temaşe bikin, tenezul dike ku dûrbînê dirêjî me bike.

Ev dûrbîn polîtîkayên derve yên DYA’yê sembolîze dike. Serokê Amerîkayê bi van dûrbînan li pevçûnên mezin ê Ukrayna û Gazzeyê nihêrt.

Kêmasiya Amerîkayê; ger di nava çend rojan de Obama di senatoyê de piraniyê winda bike wê ev fikaran zêdetir bike. Ger serokek di navîna peywira xwe ya duyemîn de rastî kamuflaja hilbijartinê bê, sendroma ‘serokê demborî’ dijî.

LOS ANGELES TIMES: EV HEMÛ JI RÛYÊ ERDOGAN PÊK HATIN

Rojnameya Los Angeles jî  diyar kir ku hêviya Kurdan a ji bo hêza teqwiye têk diçe û hat gotin ku derbasbûnên ji ser Tirkiyeyê tên astengkirin. Di rojnameyê de cih dan nêrînên çalakgerekî nobetê û wiha got: “Ez hemû ji rûyê Erdogan pêk tên. Ji yekîtiya Kurdan ditirsin. 

MATSON: ŞERVANÊN BERÊ DIXWAZIN TEVLÎ BIBIN

CNN International, jî cih da welatiyê Amerîkayê Jordan Matson yê 28 salî. Matson diyar dike ku ji Ewropa, Amerîka û Avustralyayê gelek leşker bi wî re ketine têkiliyê û dibêjin ku têkoşîna hêzên Kurd bandorê li ser wan dikin.

Matson bi lêv kir ku DAIŞ van welatan hemûyan tehdîd dike û dema ev mijara gotinê be şervanên berê divê di cihê xwe de nemînin û tevlî bibin.

EL CEZÎRE: GELO DAWIYA ERDOGAN E

Di analîzeke ku di web a Îngîlîzî ya El Cezîreyê de cih girt a bi ser navê ‘Pax Erdogana: Gelo dawiya demekê ye’ de polîtîkayên Erdogan ên der barê Kobanê de nirxand.

Di nivîsê de hat gotin ku Erdogan hatiye dawiya dema xwe.