Le Mondeyê ji Macron re got, 'Fransa divê nebe hevkarê qirkirinê'
Di rojnameya Le Mondeyê de, di nivîsa hevpar da hate gotin ‘beriya ku bi derengî bikeve’ divê Fransa destekê bide Kurdan.
Di rojnameya Le Mondeyê de, di nivîsa hevpar da hate gotin ‘beriya ku bi derengî bikeve’ divê Fransa destekê bide Kurdan.
Nivîsa bi ser navê, ‘’Rêzdar Macron, dawî li bêdengiyê bînin û ji aliye Kurdên Sûriyê ve biryarê bidin’ ji hêla sînameger û etnolog Stêphane Breton, Wezîrê Berê yê Karê Derve Bernard Kouchner, nivîskar Patrîca Franceschî, nûçegihan-nivîskar Celîna Pîna û jeostratejîst Gerard Chalînd ve hate îmzekirin.
Di nivîsê de, di şerê dijî DAÎŞ’ê re rola Kurdan hate destnîşankirin û hate gotin, di nav bêdengiya Fransayê Efrîn ji hêla Tirkiyê ve hatiye dagirkirin.
‘NEBIN HEVKARÊ QIRKIRINA KU BI RENGEKÎ VEKIRÎ HATIYE RAGIHANDIN’
Di nivîsê de hate gotin ku Fransa li bara dagirkeriya bi çeteyên Îslamî re bêdeng bimîne ev ê bi xwe re encamên moralî û siyasî bîne û hate gotin,’’Serokomarê Tirk Kurdên li Efrînê ji cihê wan derxist û got ew ê komên biyanî bîne herêmê, cihê wan û bi vî rengî paqijiya etnîk a mezin ragihandiye, heke em tiştekî nekin rîsekeke wiha heye ku em bibin hevkarê vê paqijiya entîk’’. Di nivîsê de tê gotin heke li bara vê rewşê bêdengî bidome, tişta ku beriya bi 100 salî bi serê Ermenan hatî dibe ku dubare bibe.
BERJWENDIYÊN ME YÊN EWLEJIYÊ BI YÊN KURDAN RE YEK IN
Di nivîsê de behsa encamên siyasî yên dagirkeriyê jî hate kirin û hate gotin, ‘’Heke were qebûlkirin ku li Tirkiye li bakurê Sûriyê Îslamiyan bi cih bike, ev tê maneya qebûlkirin çêbûna tora terorîst ku derfetek çêbibe wê Fransayê bixin.’’
Di nivîsê de tê gotin serkeftina li Sûriyê ya li dijî çeteyan dîsa ketiye talokê, dagirkirina EFrînê di vê têkoşînê de ‘paşveçûnek’ e.Di nivîsê de hate gotin, ‘’Ji her demê zêdetir berjewendiyên ewlehiyê yên Kurdan û Fransizan hevpar in.’’
FRANSA DIKARE POLÎTÎKAYÊN EMPERYAL EN TIRKAN ASTENG BIKE
Di nivîsê de bang li Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron tê kirin ku bêdengiya xwe xira bike û her wiha tê gotin Fransa ji bo ku Tirkiye dawî li polîtîkayên xwe yên emeperyal bîne, ku wê aştiyê bi temamî ji holê rake, xwedî hêz û derfet e.
Di dawiya nivîsê de tê gotin, ‘’Divê Fransa xwe ji şerma bêrûmetiyê û ji binpêkirina ewlehiyê xwe dûr bigire’ û her wiha amaje pê tê kirin ku mirovên li welat jî divê li dijî vê gava xwe bavêjin.