Le Monde: PKK dibe hêzek herêmî
Le Monde: PKK dibe hêzek herêmî
Le Monde: PKK dibe hêzek herêmî
Di nûçeya Allan Kaval a di rojnameya Le Monde de hat diyarkirin ku di têkoşîna li dijî dijminê mirovatiyê DAIŞ a xwe wek Dewleta Îslamê bi nav kir de, PKK wek hêzeke herêmî dide ferzkirin.
Di nûçeya bi serenava “Têkoşîna li dijî dewleta Îslamê PKK wek hêzeke herêmî dide ferzkirin” wiha hat gotin: “Di dawiya sala 2012’an de tevî bi agirbestekê jî encam bû, PKK'ya 30 sal in li hemberî dewleta Tirk di nav şer de ye, bi saya bûyerên di meha Tebaxê de di carekê de ketin qada Iraqê.”
Nûçegihanê Le Monde Kaval ê çû bajaroka Rebîa ya girêdayî Mûsilê bal kişand ser korîdora însanî ya PKK û YPG’ê bi armanca Êzidiyan rizgar bike li Çiyayê Şengalê vekir.
Rojnameyê diyar kir bi vekişîna pêşmergeyan re ji bo bersiva li hemberî karesata însanî ya rû da, PKK ev korîdor vekir û ji vir ket Iraqê. Rojnameyê wiha dewam kir: “Operasyona Şengalê ya di destpêka Tebaxê de PKK’ê pêk anî, ne tenê çalakiyeke wê ya li Iraqê ya kampanyaya nû bû. Şervanên Kurd bi teqwiyeyên ji çiyê hatin di ji nû ve standina Mexmûrê de tevkarî kirin.”
Le Monde diyar kir yekîneyên PKK’ê li dijî DAIŞ li Kerkûkê jî bi pêşmergeyan re di heman eniyan de ne û wiha got: “Bi cihbûna şervanên PKK’ê li bakurê Iraqê li dijî cîhadîstan ne bûyereke nû ye. Ev encama mekanîk a ku rêxistin du sal in li Sûriyeyê rehê xwe berdane.”
Rojnameyê bal kişand ser vê xisûsê û got ku PKK û PYD ji bihara 2013’an vir ve li dijî Dewleta Îslamê û komên din ên cîhadîst di rewşa niha de bi giştî têkoşîneke dijwar a serkeftî bi rê ve dibin û diyar kir di xeta ji Helebê heta sînorê Iraqê dirêj dibe PKK a di nav “xaka Tirkiye û Iraqê” de heye û yên pêre di nava tifaqê de ne, yek ji hêzên herî cidî yên li dijî xilafetê ne.
Yek ji fermandarên Eniya Mexmûr berpirsiyar Têkoşer Zagros got: “Me li Sûriyeyê Dewleta Îslamê nas kir. Em ji çiyê hatin me tecrûbeya xwe ya leşkerî li gor bajêr û deştan pêk anî. Ev jî dibe sedem ku em li hemberî cîhadîstan li ber xwe bidin û wan paşde bixin.”
Rojnameyê bal kişand ser vê xalê: "PKK a li ser îdeolojiyeke sekuler ava bûye, li her du welatan bi taybetî jî li Sûriye û Tirkiyeyê xwedî hêzeke xurt a tevgerê ye, li herêmên di bin kontrola xwe de xwedî projeyeke utopîk e û ji her du zayendan jî ciwanên dilxwaz, dilsoz û serketî tevlî refên xwe dike, li hemberî Dewleta Îslamê xwedî hêzeke hevseng e."
Rojnameyê bibîr xist ku PKK di lîsteya "rêxistinên terorîst" a DYA û YE de ye û destnîşan kir ku PKK ne li benda ti alîkariya hêzên Rojavayî ye.
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok di daxuyaniya xwe ji bo rojnameyê de ev rexne kir: "Me nîşanî tevahiya cîhanê dan ku em dikarin pêşî li gefa cîhadî bigirin. Em ji bo parastina Kurdistanê şer dikin, lê em li vir di heman demê de Ewropa û welatên Rojavayî jî diparêzin. Lê ti mafekî me yê alîkariyê nîne."
Rojnameya Le Monde got, "Nêrîna li PKK'ê bê guhertin jî, heta ku pêvajoya hevdîtinên aştiyê yên di navbera Tevgera Kurd û Enqereyê de dimeşin negihêjin encamekê, nikare li benda tiştekî be."