Le Monde: Armanca serdana Erdogan-Barzanî marjînalkirina PKK’ê ye
Le Monde: Armanca serdana Erdogan-Barzanî marjînalkirina PKK’ê ye
Le Monde: Armanca serdana Erdogan-Barzanî marjînalkirina PKK’ê ye
Rojnameya Fransiz Le Monde, di nûçeya xwe de diyar kir ku serdana Tayîp Erdogan, Mesut Barzanî û Şivan Perwer a Amedê bi armanca ‘PKK’ê ji li ser axa wê marjînal bike’ pêk anîne.
Nûçeya bi îmzeya Guillaume Perrier ya bi ser navê ‘Tirk û kurdên Iraqê dixwazin PKK’ê marşînal bikin’ cih da serda Erdogan ya di 16’ê mijdarê de li Amedê pêk anî. Di rojnameyê de hat gotin ku 400 bû û zava ji aliyê Barzanî û Erdogan ve hatine zewicandin û diyar kir ku Erdogan di merasîma mehrê de gotiye; Herî kêm çar zarokan dixwazin. Her wiha hat gotin ku Barzanî jî bi 3 kase zêr hatiye.
BARZANÎ LI ŞÛNA ERDOGAN BILA DILÊ KURDAN QEZENC BIKE
Rojnameyê da zanîn ku armanca pîrozkirin nêzîkbûna hikûmeta tirk û serokê Kurdistana Iraqê eve ku pêvajoya aştiyê ya ku di nokteya mirinê de ye ya di nava Tirkiye û PKK’ê de zindî bikin û bi taybet balkişand ser geşedanên Rojavayê Kurdistanê û got: “Ev êrîşên bi vî rengî, li dijî marjînalkirina PKK’ê ye.”
Rojnamegerê başûrê Kurdistanê Kemal Şomanî da zanîn ku şova li Amedê ji bo hilbijartinê bû û da zanîn ku Barzanî li şûna ku dilê Erdogan bila yê kurdan qezenc bike.
XETA SUNÎ YA ENQERE-ERBÎLÊ
Le Monde wiha pê de çû: “Erdogan beriya hilbijartinê vekirina gelek avahî, înşata rê û razemeniyan kir. Îtîfaqa ku Tirkiyeyê bi Barzanî re kiriye, cih dide stratejiyên sereke. Herêma Kurdistanê ku bi Bexdayê re navbera wan ne başe, beyî ku erêkirina hikûmeta Şîî hebe, petrola axa xwe îxrac dike û ji bo Tirkiyeyê xeta boriyê înşa kiriye. Ev xeta Sunî ya Enqere-Erbîlê wek hêmaya istîkrarê tê dîtin.
Rojnameyê diyar kir ku serdana Barzanî ya Amedê di heman demê de rekabeta di navbera PKK û serokê herêma Kurdistanê de nîşan dide.