Latîn Amerîka wê êdî karibe pirtûkên Ocalan bixwîne

Pirtûka Şaristaniya Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ku ji 5 bergan pêk tê, bi zimanê Spanyolî hat tercûmekirin.

Pirtûka Şaristaniya Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ku ji 5 bergan pêk tê, bi zimanê Spanyolî hat tercûmekirin. Bergê destpêkê yê pirtûkê wê ji 2'ê Gulanê û pê ve li welatên Latîn Amerîka bê belavkirin. Pêşgotina pirtûkê ji aliyê A. Boron ve hatiye nivîsandin. Ji bo danasîna pirtûkê wê li Arjantîn, Ûrûgûay, Şîlî, Bolîvya, Ekvador û Venezûelayê civîn bên lidarxistin. Di civînên danasînê de wê A. Boron jî amade be û wê nêrînên Ocalan ên li ser sosyalîzm, modernîteya demokratîk, ekolojîk, jineolojî, kapîtalîzm û şoreşa Rojava bên nîqaşkirin.

BERHEMA SALAN

Endamê KNK'ê Tercûman Mahmût Çolak Zerdeştî yê pirtûk tercûme kir, da zanîn ku ji bo nêrînên Ocalan bigihîne gelên Latîn Amerîka wî ev kar kiriye û got, "Ji Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan du berg di sala 2008'an, yên din jî di salên 2009, 2010, 2011'an de hatin weşandin. Ji payîza 2010'an û pê ve min dest bi tercûmekirina van pirtûkan bi zimanê Spanyolî kir. Di nava 5 salan de, tercûmeya her pênc bergan weke berhema karekî kolektîf û kedeke mezin derket holê. Ev gelekî girîng e. Ji ber ku Spanyolî zimanekî girîng e. 500 mîlyon mirov bi vî zimanî daxivin. Belavbûna nêrînên Ocalan li Amerîka Başûr gelekî girîng e. Ji bo vê, bi salan e amadekarî tê kirin."

Zerdeştî da xuyakirin, ku li Latîn Amerîkayê, eleqeyeke mezin ji 'projeya şaristaniya demokratîk' a Ocalan re heye û got, "bi taybetî, ev yek di şexsê Şoreşa Rojava de bêhtir xwe nîşan da. Meraq û sempatiyeke mezin ji vê re heye."

Mahmût Çolak Zerdeştî ragihand, civînên danasîna pirtûkê wê li çapemeniyê jî vekirî be û got, "Li 24 bajarên Arjantînê, 3 bajarên Ûrûgûayê, 7 bajarên Şîlî û li gelek bajarên Bolîvya, Ekvador û Venezûelayê wê civînên danasînê bên lidarxistin."

JI BO LATÎN AMERÎKA GAVEKE MEZIN E

Nivîskar A. Boron ê pêşgotina pirtûkê nivîsand, bibîr xist ku gelê Kurd di bin zexta çar netewe dewletên mêtînger de ye û got, "Bi pêşengiya PKK'ê, gelê Kurd berxwedaneke bi heybet nîşan dide. Naskirina mîrateya teorî, gotin, pratîk, rexne, leşkerî û rewşenbîrî ya Abdullah Ocalan ji aliyê Latîn Amerîkiyan ve, gaveke gelekî mezin e. Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk, hişmendiyeke hundirîn e ku têkiliyên civakî, siyasî, çandî û olî yên li Kurdistanê û tevlîheviya van dinirxîne. Ocalan cih ji afirandina rêbazeke agahî û lêkolînê vediqetîne. Marksîst-Lenînîst a Sowyetê di nava Marksîzmeke rojane de dinirxîne û rast rexne dike. Berî serenavên mijaran ên pirtûkê binirxîne, li ser pirsên rêbazî nîqaşê dide destpêkirin. Dûre bi zimanekî jîr û rojane, bi rêbazeke antî-akademîk re meseleyên civakî, antropolojî û dîrokî dinirxîne."

...