'Em qîmîşê zarokên xwe nakin lê polîs heta ji wan hatî êşkence li kurê min kirine'

Kaan Kutuk ê ku dema hewl dida li Saraçhanê jinekê ji tundiya polîsan rizgar bike, bi êşkenceyê hat binçavkirin. Dayika Kutuk Candan Kutuk got, “Em qîmîşî zarokên xwe nakin, lê polîs heta ji wan hatî êşkence li kurê min kirine.”

ÊŞKENCEYA LI ÇALAKGERAN

Di çalakiyên ku bi betalkirina dîploma û girtina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê û namzetê Serokkomariyê yê CHP'ê Ekrem Îmamoglû re dest pê kir de yek ji wan kesên ku di çalakiyan de hatin binçavkirin, koryeyê motorsîkletê Kaan Kutuk ê 23 salî ye. Kutuk ê ku dema xwest jineke ku di çalakiya li Saraçhaneyê de rastî tundiya polîsan hat rizgar bike, rastî lêdanê hat û hat binçavkirin.

‘KURÊ MIN BI ERDÊ RE KAŞ KIRIN’

Dayika Kutuk Candan Kutuk ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku polîsan pêşî gaza îsotê li kurê wê kirine û piştre sê polîsan bi cop û kaskan êşkence kirine. Candan Kutuk, da xuyakirin ku polîsan bi qondaxa çekê li serê wî dane, serê wî şikandine û got kurê wê li cihê bûyerê tevî ku bi ser hişê xwe ve çûye jî cardin hatiye binçavkirin.

‘8 SAETAN DI NAVA XWÎNÊ DE DEST JI PIŞT VE KELEPÇEKIRÎ HAT RAGIRTIN’

Dayika Kutuk, anî ziman ku Kaan Kutuk 8 saetan di wesayîta binçavkirinê de destên wî ji piştê ve kelepçekirî hatiye ragirtin û got ku bêyî nîşanî malbatê bikin rakirine nexweşxaneyê. Dayika Kutuk Candan, anî ziman ku li ser destên ciwanên hatin berdan şopa cixareyê ya ku hatiye vemirandin dîtiye.

"POZÊ KURÊ MIN ŞIKEST Û PARSÛYÊN WÎ DIÊŞIYAN’

Dayika ku di Cejna Remezanê de karî kurê xwe li Girtîgeha Marmarayê bibîne, diyar kir ku kurê wê tenê hewl daye jinekê biparêze û got, “Çend kêlî avêtibûn serê wî. Rûyê wî mor û şîn bibû. Pozê wî şikestî bû û parsûyên wî diêşiyan.” Û li hemberî bûyerên qewimîne nerazîbûn nîşan da.

"EZ Ê POLÎSAN GILÎ BIKIM’

Candan Kutuk, xwest polîsên berpirsyar bên girtin û cezakirin û got, "Zarokên me bêguneh in. Em qîmîşê zarokên xwe nakin lê polîs heta ji wan hatî êşkence li kurê min kirine. Li wan xistin û girtin. Êdî ji bo min ne xew û ne jî aramî nemaye."

Kaan Kutuk, di 24'ê Adarê de bi biryara dadgehê hat girtin, ewil şandin Girtîgeha Metrîsê û piştre jî şandin Girtîgeha Marmarayê.