Kurt: Nûçeya ‘name çû Qendîlê’ ne raste
Kurt: Nûçeya ‘name çû Qendîlê’ ne raste
Kurt: Nûçeya ‘name çû Qendîlê’ ne raste
Parlamenterê BDP’ê yê Colemêrgê Adîl Kurd diyar kir ku, nûçeyên di derbarê ‘nameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku piştî hevdîtina heyeta BDP’ê nivîsandiye gihiştiye Qendîlê’, rastiya wê tune ye û got, divê çapemenî hesas tevbigere û heta agahiyan piştrast nekin bila nûçeyan çênekin.
Parlamenterê BDP’ê yê Colemêrgê Adîl Kurt di derbarê mijarê de ji ANF’ê re axivî û destnîşan kir ku, nûçeya mijara gotinê ye, rastiya wê tune ye. Kurt anî ziman ku, ev mijar mijareke ku hemû bala Tirkiyeyê li sere û wiha got: “Di demê dawî de helwesteke Birêz Ocalan ya ku raste rast bandorê li ser siyaseta Tirkiyeyê dike heye. Ji ber vê jî çapemenî vê mijarê ji nêz ve dişopîne. Bi vî awayî şopandina çapemeniyê hêviya mirovan zêde dike. Lê dem bi dem agahiyên lezgîn berhev dikin û bêyî ku teyît bikin wek nûçe serwîs dikin. Em nêzîkatiyeke bi vî rengî rast nabînin.
Kurt destnîşa kirin ku, hewcedarî pê heye ku agahî bên piştrastkirin û got: “Ji ber ku di rewşa heyî de, ev mijara ku em li ser diaxivin, bi jiyana mirovan re raste rast eleqedere. Em girîngiyê didin vê. Hêviya me ewe ku çapemenî jî bi hesasiyet tevbigere. Birêz Ocalan di peyama xwe de dibêje ku, ‘beyî ku xwîna yek ciwanekî birêje, ez dixwazim vê çareser bikim.”
Kurt destnîşan kirk u, meseleya vekişînê raste rast meseleya ewlehiyê ye û got, divê çapemenî bi baldarî tevbigere.