Kurkçu: Pakêt piştgiriyê nade çareseriyê
Kurkçu: Pakêt piştgiriyê nade çareseriyê
Kurkçu: Pakêt piştgiriyê nade çareseriyê
Parlamenterê BDP’ê Kurkçu, pakêta ku Erdogan aşkera kir, rexne kir û got ev pakêt bendewariyên kurdan nayne cih û got: “Pakêt piştgiriyê dane pêvajoya çareseriyê. Bi pêşniyara pergala nû ya hilbijartinê re dixwazin BDP’ê li herêmekê heps bikin.
Kurkçu da zanîn ku pakêta ku Erdogan aşkerakiriye gelek kême û da zanîn ku pakêt piştgiriyê nade çareseriyê.
PAKÊT BENDEWARIYÊN KURDAN NAYNE CIH
Kurtkçu ev tespît kirin: “Em dibînin ku ev pakêt beşeke biçûk ya van daxwazan tîne cih. Ev demokratîkbûnekê pêk nayne. Ger tîpên W,X,Q hatibin qebûlkirin; ev ji rakirina qedexeyan pêk hatiye. Kurdan ji zû de mahkumiyeta xwe dane ber çav û ev pêk anîne. Ji qedexekirinê derxistin, tê wateya gel ji qedexekirinê hatiye derxistin.”
Kurkçu anî ziman ku qebûlkirina mafê siyasî di pakêtê de derbas nebûye got: “Di alî pêvajoya çareseriyê de bendewariyên sereke yên kurdan di pakêtê de cih nagire. Çend bendewariyên kurdan hene. Guherîna qanûna hilbijartin û partiyan, rakirina benda hilbijartinê, wekheviyek di parlamentoya herêmî de pêk bê. Lê der barê xweseriya rêveberiya herêmî de tu pêngav nîne. Di kanûna partiyan de û ne jî Şertê Xweseriya Rêveberiya herêmî ya Konseya Ewropayê, di warê xalên k Tirkiye qebûl nake de, qebûl hene.
Kurkçu wiha pê de çû: “Di pakêtê de sererastkirineke der barê pergala benda hilbijartinê heye. Herêma teng, ben an jî bê bend. Lê dema mirov li hundirê van dinêrin ev formul AKP’ê pêşve dibe û BDP’ê asteng dike.
Kurtçu destnîşan kir ku sererastkirina der barê perwerda ziman de jî tenê newekheviyê kurtir dike.