Kurkçu: HDK, wê bibe meclîsa demokratîk a gelên Tirkiyeyê

Kurkçu: HDK, wê bibe meclîsa demokratîk a gelên Tirkiyeyê

Encamnameya 5. Civata Giştî ya HDK’ê hat aşkerakirin. Hevberdevkê HDK’ê Ertugrul Kurkçu yê danezan xwend got, “Cewhera bernameya HDK’ê banga jiyana azad e. HDK, bi pêkhateya xwe ya nû wê bigihêje hêzên civakê yê heta niha negihiştiye wan, dînamîkên têkoşîna azadî û demokrasiyê bi awayekî herî berfireh bigire nav xwe, bi biryardariya bibe meclîsa demokratîk a gelên Tirkiyeyê wê meşa xwe bidomîne.”

Piştî 5. Civata Giştî ya HDK’ê bi dawî bû, Hevberdevkê HDK’ê Ertugrul Kurkçu encamnameya bi serenava “Em bi Meclîsên xwe re ber bi Pêşeroja Azad ve Bimeşin” xwend. Di encamnameya 5. Civata Giştî ya Asayî ya HDK’ê de hat diyarkirin ku di pêvajoyeke ku siyaseta hundir û derve ya desthilatdariya AKP’ê rê li ber îflasê vekiriye, lêgerînên demokrasiya gelan û azadiya civakê pêş ketiye, kom bûne û di nav yekîtiya biryar û îradeyê bi encam bûye.

Kurkçu got, “Wê HDK, di pêvajoya nû ya têkoşînê de xwe di nav têkoşînên civakan de ji nû ve ava bike.”

Kurkçu diyar kir ku gelên Tirkiyeyê di nav bendewariya ku pirsgirêka Kurd bi awayekî demokratîk û adil çareser bibe, gel di nav vê bendewariyê de piştgiriyê dide pêvajoya muzakereyê, di pêvajoyeke ku ji bo aştiyê ve biçe hikûmeta AKP’ê li rex pêleke neteweperest û nîjadperest hewl dide siyaseta şer a li ser esasê zîhniyeta Tirk-Îslam di merheleya nû de li hember aştiyê astengiya herî girîng pêş dikeve.

Kurkçu got, “Encamên siyaseta hilweşîner a AKP'ê, piştgiriyên yekser û neyekser ên dide DAIŞ, li hember gelên me yên ji bo piştevaniya Kobanê rabûn ser piyan  bi êrîşên 6-8’ê Cotmehê bi leşker-polîs û çeteyan re ku bû sedema mirina 50 kesan zêdetir bi awayekî aşkera hat dîtin.” Kurkçu da xuyakirin ku berxwedana 60 roj in li Kobanê didome tenê polîtîkayên hundir û derve yên hikûmeta AKP’ê yên mezhebperest, qetlîamker dernexist holê, di heman demê de nîşan da ku şoreşa Rojava şoreşa jin û gelan e."

Kurkçu wiha dewam kir, "Gelên Rojava yên di pêşengiya gelê Kurd de qedera xwe tayîn kirin. Ji bo gelên li cîhanê û Rojhilata Navîn têkoşînên demokrasî û rêveberiya cewherî didin bûye çavkanî. HDK, di şexsê Suphî Nejat Agirnasli, Kader Ortakaya, Selahattîn Adin û Arîn Mîrxan de ji roja ava bûye bi şoreşa Rojava re di nav piştevaniyê de ye û li hember şoreşgerên di berxwedana Kobanê de şehîd ketine bi rêz xwe ditewîne.”

Kurkçu di dewama axaftina xwe got, “HDK, tiştên di nav 3 salan de bi ser nexistine wê li ber çavan bigire û li gor egerên vê pêvajoya nû, di destpêkê de wê pêkhateya xwe nû bike, ji bo têkoşîna gelên me pêş bikeve û rêxistinbûnên nû yên civakîbûnê derkevin holê, bi dînamîkên têkoşînê re hevparbûnekê çêbike, piştevaniyê bide berxwedana gel û di nav van têkoşînan de avakirina meclîsên xwecihî wek wezîfeyên xwe yên sereke qebûl dike. HDK, bi pêkhateya xwe ya nû wê bigihêje hêzên civakê yê heta niha negihiştiye wan, dînamîkên têkoşîna azadî û demokrasiyê bi awayekî herî berfireh bigire nav xwe, bi biryardariya bibe meclîsa demokratîk a gelên Tirkiyeyê wê meşa xwe bidomîne.” HDK destnîşan kiriye ku ‘Banga Jiyana Nû” ya Civata me ya Giştî wek gotina sereke hilbijartiye cewhera bernameya me ye. Li ser esasê vê bangê ji bo bibe hêviya bindest û kesên tên mêtin ên civaka me wê timî di nav hewldanekê de be.”