Kurê Abdûllah Canan: Ev mamosteyên DAIŞ’ê ne

Dayikên Şemiyê, xwestin faîlên karsaz Abdûllah Canan ku di sala 1996’an de, li Geverê bi îşkenceya leşkaran hat kuştin bên darizandin. Kurê Canan Tayyûp Canan got: “Van çetean, mîna DAIŞ’iyan di salên 90’î de jî bi me kirin. Ev mamosteyên DAIŞ’ê ne.” 

Dayikên Şemiyê,  ji bo winda bêne dîtin û kujer bêne darizandin di hefteya 773’yan de xwestin çalakiya xwe li Qada Galatasarayê berdewam bikin. Lê polîsan dîsa dayik asteng kirin. Li ser vê yekê dayik dîsa hatin li Kolana Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê kom bûn. Dayikan wekî 73 hefteyên borî dîsa neçar man ku li pêş avahiya ÎHD'ê çalakiya xwe berdewam kirin. Malbatan dibin ablûkeya polîsan de tîşortên wêneyê windayan li ser heyîn, li xwe kirin û qurnefîl kirin destên xwe. Vê hefteyê Parlamentera HDP'ê Oya Ersoy û parlamenterê CHP'ê Sezgin Tanrikulu di çalakiyê de amade bû û piştgirî dan malbatan. 
 
Xwişka Hasan Ocak ê dibin çavan de hat windakirin Masîde Ocak daxuyaniya vê heftê xwend. Ocak, çîrok karsaz Abdûllah Canan xwend û wiha got: “Karsaz Abdullah Canan ê 43 salî li Navçeya Gever a Colemêrgê dijiya. Canan, ji ber binpêkirinên mafan ên giran ên li wê herêmî dihatin jiyîn, derbarê Serdarê Ferandarê Tabûra Qomando ya Çiyayê Geverê û 7 xizmên wî de, gilî dike. Canan piştî vê giliyê rastî gefan tê. Dûre Canan di 17’ê Çileya 1996’an de tê binçavkirin û dibin çavan de tê windakirin.” 
 
LEŞKERAN ÎTÎRAF KIRIN 
 
Masîde Ocak, bal kişand ser awayê kuştin Canan û wiha bilêv kir: “Di 21’ê Sibata 1996’an de, cenazeyê Abdullah Canan hat dîtin. Canan rastî îşkenceyek giran hatibû, destê wî paş ve kelepçekirî, lingên wî û devê wî girêdayî li ser rêbejahiya Gever û Bajêrgeh ji aliyê gundiyan ve hat dîtin. Canan bi 7 guleyan hatibû kuştin. Malbata Canan piştî bûyerê derbarê Tabûra Gevegerê de gilî kir. Îtîrafkar Kahraman Bîlgîç ê li Tabûra Geverê erkdar bû, di îfadeya da bû dozger de, gotibû ku li tabûrê îşkence li Canan kirine û li ser fermana Serdarê Tabûrê Yûrdakûl û Serpêlê Ferdarê Bolukê Nîhat Yîgîter  Canan bi çekê hatiye kuştin. Ev kes bi kuştina Canan tên sûcdarkirin.”
 
‘EV MAMOSTEYÊN DAIŞ’Ê NE’
 
Xwişka Abdullah Canan Nûran Canan piştî daxuyaniyê axivî û diyar kir ku heya faîlên windayan bên darizandin ewê têkoşîna xwe ya Mirovên Şemiyê berdewam bikin. 
 
Kurê Abdullah Canan Tayyûp Canan jî, bal kişand ser awayê kuştina birê xwe û wiha axivî: “Tiştên ku çeteyên DAIŞ’ê îro bi mirovan dikin, vê çeteyê jî di salên 90’î de heman tişt bi me dikirin. Ev mamosteyên DAIŞ’ê ne. Ji ber ku van li dijî mirovahiyê sûc kirin. Biraya Dadgeha Cezayê Giran a Colemêrgê dayî, bi nakokiyan tije ye. Berpirsê vê komkujiyê Mehmet Emîn Yûrdakûl e. Berpirsê vê kıomkujiyê Nîhat Yigitere. Ger vana sûcên mirovahiyê ne kiribin wê demê bavê min ku derê ye?”
 
Piştî axaftinan, çalakiya deqeyek bêdengbûnê hat lidarxistin û dûre çalakî bi dawî bû.