Kurdistaniyên li Ermenîstanê Newroz pîroz kirin

Li gundên Sîpanê û Dêrikê ya navçeya Akbaranê ya Ermenîstanê Newroz hate pîrozkirin.

19’ê Adarê li gundê Sîpanê li gundê Sîpanê Kurdistaniyan ji heft salî heta bi heftê salî Newroz pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de Rêverêberê Gundê Sîpanê Ferîz Avdalyan axivî. Avdalyan Newroz li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan, şervanên azadiyê, li gelê Efrînê pîroz kir û got ew gelê Efrînê yên ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê ev 2 meh in li ber xwe didin pîroz dikin.

Bi berdewamî Avdalyan hevkariya Rûsya ya bi dewleta Tirk re şermezar kir û bang li gelê Kurd kir ku li dijî dagirkeriya Tirk rabin ser piyan.

Her wiha li gundê Dêrikê jî Newroz ji hêla Komîteya Kurdistanê ve hate organîzekirin. Di pîrozbahiya Newrozê de li ser navê Komîteya Kurdistanê Mediya Garzan axivî, Newroz li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan, Mazlûm Doğan, li şervanên gelê Kurd, şervanên YPG, YPJ’ê û li gelê Efrînê pîroz kir.

Garzan bal kişande ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wêyên li ser Efrînê û ji ber Berxwedaniya Serdemê ya dijî dagirkeriya Tirk gelê Efrînê pîroz kir. Garzan got ti hêz wê nikaribe wan ji xeta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan dûr bixe û Kurd teqez wê bigihijin azadiya xwe. Garzan ji bo hevkariya Rûsya ya bi dewleta Tirk re rêveberiya Rûsya şermezra kir û got ew jî hevkarên komkujiyên li Efrînê ne.

Hunermendên herêmî di pîrozbahiyê de stran gotin, şahî heta bi derengiya şevê dom kir.