Kurdistaniyan li Roma û Sydneyê bal kişandin ser tecrîdê

Kurdistaniyên li bajarê Sydney ê Awûstralyayê tevlî meşa 1'ê Gulanê bûn, bal kişandin ser tecrîdkirina Ocalan û grevên birçîbûnê. Li Romayê jî li dijî tecrîdê çalakî hate lidarxistin.

Meşa li Sydneyê li Hyde Parkê dest pê kir û nûnerên partiyên siyasî, sendîka û gelek komeleyan tevlî bûn.

Kurdistanî jî beşdarî meşê bûn û bal kişandin ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û grevên birçîbûnê. Piştî meşê li parka Elizabethê mîtîngek pêk hat.

Li paytexta Îtalya Romayê jî Erol Aydemîr 46 roj in di greva birçîbûnê de ye.

Parêzerên baroya Romayê serdana Aydemîr kirin û ragihandin ku akademîsyenên Îtalyayî ji bo çalakgerên greva birçîbûnê dest bi kampanya îmzeyan kirine.

Roja Şemiyê jî komek ji xwendekarên dibistana navîn tevî du mamosteyên xwe serdana çalakgerê greva birçîbûnê kirin.

Her wiha li gelek deverên Romayê li ser grevên birçîbûnê pankart hatin daliqandin.