Kurdistanî wê li Îtalyayê ji bo azadiya Ocalan bimeşin
Kurdistanî û dostên wan ên li Îtalyayê, ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, 11'ê Sibatê weke roja seferberiya meşa ji bo 'Azadî ji Ocalan re' îlan kirin.
Kurdistanî û dostên wan ên li Îtalyayê, ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, 11'ê Sibatê weke roja seferberiya meşa ji bo 'Azadî ji Ocalan re' îlan kirin.
Li gelek bajarên Îtalyayê wê di navbera 27'ê Çileyê - 11'ê Sibatê de civîn û çalakî bên lidarxistin.
Parêzerê Ocalan Mahmût Şakar, Parlamenterê HDP'ê Faysal Sariyildiz û nûnerê KNK'ê wê weke qiseker beşdarî civîn û çalakiyên li bajarên Bologna, Fîrenze, Modena, Grosetto, Bergamo, Brescîa, Padova, Torîno û Mîlano bibin.
Her wiha, beriya meşa mezin wê di 8'ê Sibatê saet 11:00 de li ber avahiya Şaredariya Mîlanoyê, tevî dostên Kurd ên Îtalyayî wê daxuyaniyeke çapemeniyê bê dayîn.
Ji bilî vê yekê, ji bo meşa 11'ê Sibatê wê Kurdistanî bi otobusan ji bajarên Novara, Grosetto, Parma, Modena, Bologna, Torîno, Bolzano, Fîrenze, Lîvorno, Pîsa, Valsûsa, Roma, Brescîa û Napolî bi rê bikevin.