Kurdistanî li Frankfûrtê ji bo Ocalan meşiyan

Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê dijîn, ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan.

Meş bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) pêk hat û ji Frankfûrt, Hanaû, Offenbachê bi sedan Kurdistanî û dostên wan tevlî bûn.

Kurdistaniyên ji Bokûnhaîme Warte de dest bi meşê kirin, ji bo Ocalan dirûşm qîriyan û heta Borne Platzê meşiyan.

Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan, Hevseroka NAV-DEM'ê ya Eyaleta Hessenê Vîldan Dîrîk li mîtîngê axivî. Dîrîk got, heta ku agahiyê ji Ocalan bigirin, wê çalakiyên xwe bidomînin.

Bi navê NCDK a Frankfûrtê jî axaftin hate kirin û hat gotin, êrîşa li dijî Ocalan êrîşa li dijî gelê Kurd e.