Kurdistanî ji bo Ocalan li ber avahiya NY li hev civiyan

Kurdistanî li Cenevreyê meşiyan û bal kişandin ser fikarên xwe yên li ser tenduristî û ewlekariya Ocalan. Di çalakiyê de hat gotin, ku sebra gelê Kurd kêm maye bifûre.

Kurdistaniyên ku ji rewşa tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi fikar in, çalakiyên xwe yên li Swîsreyê didomînin. Kurdistaniyên li bajarê Cenevre yê Swîsreyê li hev civiyan, bi meşekê xwestin, ku tavilê agahî ji Ocalan bê girtin. Çalakger bi pankartên bi nivîsa "Statu ji Ocalan re, azadî ji Kurdistanê re" û dowîzên bi nivîsa "Banga lezgîn ji bo Ocalan" li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) li hev civiyan û ber bi navenda bajarê Cenevreyê dest bi meşê kirin.

Di meşê de dirûşmên "Azadî ji Ocalan re", "Terorîst Tirkiye", "Kujer Erdogan hate qîrîn û tecrîda giran a li ser Ocalan bi tundî hate şermezarkirin.

Piştî meşê li navenda bajêr mîtîngek hate lidarxistin û Kurdistaniyan fikarên xwe yên li ser tenduristî û ewlekariya Ocalan anîn ziman. Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Cenevreyê Salih Saglam li mîtîngê axivî û destnîşan kir, ku bi rêya tecrîdê sebra gelê Kurd tê ceribandin. Saglam got, "Yên ku bi Rêberê me sebra me diceribînin bila baş zaninbin, ji bo gelê Kurd jiyanek bê Rêbertî nabe. Lewma em her kesî hişyar dikin; bila bes sebra me bi vî rengî biceribînin."

Saglam destnîşan kir, heta ku agahî ji Ocalan bê girtin wê çalakiyên xwe bidomînin û bang li Neteweyên Yekbûyî û saziyên navneteweyî kir, ku ji bo Ocalan bikevin nava liv û tevgerê. Saglam got, "Li hemberî kiryarên li dijî Rêberê me tê kirin, divê ti saziyeke navneteweyî bêdeng nemîne. Di rewşeke berevajî de em ê wan ji her bûyera biqewime berpirsyar bibînin."

Çalakî bi qîrîna dirûşmên ji bo azadiya Ocalan qediya.