Kurdên Rûsyayê li dijî îdîayên li ser Ocalan çalakî kirin
Kurdên ku li herêmên cuda yên Rûsyayê dijîn têkilî îdîayên li ser jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li ser medyaya dijîtal û organên çapemeniyê yên Tirk belav bûne, daxuyanî dan.
Kurdên ku li herêmên cuda yên Rûsyayê dijîn têkilî îdîayên li ser jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li ser medyaya dijîtal û organên çapemeniyê yên Tirk belav bûne, daxuyanî dan.
Li herêma Krasnadorê, li Platnîrovskaya ya navçeya Korenavoskiyê Kurd hatin cem hev, tecrîda li ser Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin û têkilî îdîayên li ser jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan fikarên xwe anîn ser ziman.
Li ser navê Meclîsa Gel a Platnîrovskaya Hevserok Tahîre Newroz daxuyaniyek da, diyar kir tecrîda li ser Rêberê Kurd dijmirovî ye û demildest divê dewleta Tirk a faşîst dawî li vê tecrîdê bîne.
Newroz bi bîr xist ku Kurd Ocalan ji xwe re Rêber dibînin, divê Ocalan li nav gelê xwe bi azadî bijî û dijminên Kurd bi çarçoweya konseptekê li pey tecrîdê ne, armanc ji tecrîda li ser Rêbertiya Kurd ew e ku dengê Kurdan were birîn, nehêlin ku perspektîfên Ocalan derkevin derve, ber destê gel.
Newroz her wiha diyar kir heta ku Ocalan azad bibe ew ê têbikoşin, li çar aliyên cîhanê Kurd tecrîda li ser Rêbertiya xwe şermezar dikin.
Newroz herî dawî bang li raya giştî ya cîhanê kir ku li bara tecrîda li ser Rêbertiya Kurd bêdeng nemînin.