Kurdên li Rûsyayê: Divê tavilê hevdîtin bê kirin
Kurdên li Rûsyayê fikarên xwe yên li ser tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan parve kirin û xwestin, ku tavilê parêzer û malbat biçin Îmraliyê û hevdîtinê bi Rêberê Gelê Kurd re bikin.
Kurdên li Rûsyayê fikarên xwe yên li ser tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan parve kirin û xwestin, ku tavilê parêzer û malbat biçin Îmraliyê û hevdîtinê bi Rêberê Gelê Kurd re bikin.
Kurdên li Rûsyayê, têkildarî îdîayên li medya dîjîtal ên li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyeke hevpar dan.
Di daxuyaniyê de fikarên li ser tenduristiya Rêberê Gelê Kurd hatin parvekirin û hate xwestin ku tavilê hevdîtin pê re bê kirin.
Daxuyanî bi navê Yekîtiya Saziyên Civakî yên Kurd ên Navneteweyî, Rêxistina Jinên Kurd a Navneteweyî û Civaka Êzidî ya li Rûsyayê hate dayin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Grevên birçîbûnê yên girtiyên siyasî yên Kurd gihîştine asteke gelekî cidî. Divê raya giştî ya navneteweyî tavilê dest li vê rewşê werde. Pêwîte li Kurdistan û çar aliyên cîhanê gelê Kurd rabe ser piyan û li ber vê rewşê rabin. Tevî tespît û pêşniyarên di rapora CPT de hatin kirin hîn jî gavek nehatiye avêtin û parêzer û malbat nikarin hevdîtinê bikin. Bi navê Kurdên li Rûsyayê me ê li hemberî vê rewşê bêdeng nemînin û ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tavilê bê rakirin, bang li Rûsya, saziyên navneteweyî, CPT, Yekîtiya Ewropa û saziyên mafên mirovan dikin ku helwestê nîşan bidin û bikevin nava liv û tevgerê."